‘Em dixwazin Girtîgeha Amedê bibe Muzeya Mafên Mirovan’
- rojane
- 14:24 31/8/2023
Platforma Parastina Bajêr û Piştevaniyê ya Amedê têkildarî hewldana ku Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê veguherînin muzeyê daxuyanî da û wiha got: “Em dixwazin kesên ku di vê heyamê de şahidî kirine, mexdûr û rêxistinên sivîl ên li bajêr jî tev li qonaxa projeyê bibin.”