ROJEVA 13'Ê ÎLONA 2023'YAN
- rojane
- 09:00 13/9/2023
ROJEVA 13'Ê ÎLONA 2023'YAN
Mafê dîtinê yê bav Nevzat Aslan ku ji bo dîtina qîza xwe Nûrcan Aslanê ku di Girtîgeha Tarsûsê de girtî ye bi kîlometreyan rê çû, bi hinceta "gardiyan nan dixwin" hat sînordarkirin.
Malpera Al-Monitor nameya Mesrûr Barzanî ku ji bo Serokê Amerîkayê nivîsiye belav kr. Hat zanîn ku Barzanî di nameyê de ji Biden xwestiye berî ku pirsgirêk kûrtir bibe bi awayekî lezgîn destwerdanê li pirsgirêkên di navbera hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê de bike.
Komîsyona Lêpirsînê ya Sûriyeyê ya NY’yê di rapora xwe de îşaret pê kir ku Tirkiye li Rojavayê bi balafirên biçek ên bêmirov sivîlan dikuje.
Li Şirnexê 14 herêm heya 15 rojan wekî herêma "ewlehiya taybet" hatin ragihandin.
Rêveberê TUAY-DER’ê Mehmet Uzel diyar kir ku îktîdar xwedî li mîrateya Esat Oktay derketiye û wiha got: “Banga me li hemû parastvanên mafên mirovan ew e ku li dijî tecrîd, zext û îşkenceya li girtîgehan dengê xwe derxînin.”
Hîlal Ada ya ku li ser beyanên şahidê navê wî eşkere Umît Akbiyik hatibû girtin, di danişîna ewil a dozê de hat berdan.
Cerdevanê bi navê Metîn Tunç ku li Panosê hevjîn û bûrayê xwe kuştibû hate binçavkirin.
Der barê 18 kesên li ser hesabên xwe yên medya dîjîtal gef li rojnamevan Bîlal Guldem xwarin gilî hat kirin.
Derheqê du parêzvanên şaredarê Tetwanê ku êrişî rojnameger Sînan Aygul kiribûn de ji ber sûcê “bi qesdî birîndar kir” doz hate vekirin. Ji bo şaredarê AKP’î Mehmet Emîn Geylanî ku weke “pêdanker” daxilî lêpirsînê hatibû kirin jî biryara neşopandinê hate dayîn.
Serokê TUAY-DER’a Çukurovayê Ergîn Altuntaş diyar kir ku zextên di demên dawî de li ser girtîgehan zêde dibin eleqeya xwe bi tecrîdê re heye û wiha got: “Tekane rêya aştiya civakî û berfirehkirina qadên demokrasî û azadiyê bidawîkirina tecrîda lii ser birêz Ocalan e.”
Di salvegera 43’yemîn a darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê de li gelek bajaran daxuyanî hatin dayîn û hat xwestin Zindana Amedê ya Jimara 5’an veguherînin “Muzeya Mafên Mirovan” û destûrek bingehîn a sivîl a nû bê çêkirin.
Girtiya siyasî ya kurd Gultan Kişanak diyar kir ku armanca Doza Kobanê û darizandinên 12’ê Îlonê heman in û wiha got: “Em ê bi berxwedana xwe ya birûmet vê tarîtiyê belav bikin.”
Bi îdiaya “heqaret” li Erdogan kiriye li hunermend Ferhat Tunç hatibû vekirin. Danişîna dozê hate taloqkirin.
Emîne Şenyaşar a ku wê emeliyat bibe pankarta nivîsa “edalet” li serê nivîsandiye, li gel xwe bir nexweşxaneyê.