Cenazeyê Beytocan wê li Stockholmê bê veşartin
- rojane
- 10:24 13/9/2023
Cenazeyê hunermendê kurd Beytocan dê sibê bi merasîmekê li ser wesiyeta wî li Stockholmê bê veşartin.
Cenazeyê hunermendê kurd Beytocan dê sibê bi merasîmekê li ser wesiyeta wî li Stockholmê bê veşartin.
Berdana girtiyê nexweşê epîlepsiyê Mehmet Huseyîn Oz 4 caran 3 mehan hate taloqkirin. Parêzer Bulent Dûran, anî ziman ku Oz carna rojê 7 caran ji ser hişê xwe diçe û xetereya wî ya jiyanî heye û xwest bêhiqûqî bi dawî bibe.
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ji ber texmîna barîna barana zêde ji bo 10 bajarên Bakur bi koda zer hişyarî weşand.
Cerdevan Metîn Tûnç ê li Panosê Bîrsen Tûnç û bavê wê Fecrî Tûnç qetil kir û 2 jinan jî birîndar kiribû, hate girtin.
Parêzer Sezîn Uçar ku di bin çavan de hate derbkirin, ji ber çûna serdana miwekîlê xwe, bi bîr xistina mafê bêdengmayînê û hevdîtinên bi kesên “qeyda wan a sûc hene” hate sûcdarkirin.
Dayikên Aştiyê yên herêma Botanê bertek nîşanî piştî 8 salan a radestkirina kincên şewitî yên keça Taybet Înan, Heznî Înan dan û gotin: “Me heman êşê hîs kir. Ev bêexleqî ye, bêwîjdanî û bêedeletî ye."
Mecbûre Yavûz a 71 salî ku birayê wê di girtîgehê de ye, bal kişand ser girtiyên ku sewqî girtîgehên gelekî dûrî malbatên wan tên kirin û got: "Berî bimirim dixwazim birayê xwe bibînim."
Li girtiyên ku dibin Nexweşxaneya Kampusa Girtîgeha Sîncanê, muayeneya bi awayekî kelemçekirî tê ferzkirin.
CHP'ê ji bo TSK'ê gotibû "bîbika çavê me ye." Leşkerê berê Yannîs Vasîlîs Yaylali ku bertek nîşanî vê da û sûcên TSK'ê yên ew bi xwe bûye şahidên wan vegot.
Îdareya girtîgehê pirtûkên Rizgar Tûrhan ên bi navê "Dilopek Ji Ava Jînê" û "Cangoriyên Mişarê" nedan wî.
Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê diyar kirin ku rojnamevan Abdûrrahman Gok û Mehmet Şah Orûç ji ber beyanên derewîn hatine girtin û ji bo danişîna dozê ku dê di 14'ê îlonê de bê lidarxistin, bang kirin.
Mafê dîtinê yê bav Nevzat Aslan ku ji bo dîtina qîza xwe Nûrcan Aslanê ku di Girtîgeha Tarsûsê de girtî ye bi kîlometreyan rê çû, bi hinceta "gardiyan nan dixwin" hat sînordarkirin.
Malpera Al-Monitor nameya Mesrûr Barzanî ku ji bo Serokê Amerîkayê nivîsiye belav kr. Hat zanîn ku Barzanî di nameyê de ji Biden xwestiye berî ku pirsgirêk kûrtir bibe bi awayekî lezgîn destwerdanê li pirsgirêkên di navbera hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê de bike.
Komîsyona Lêpirsînê ya Sûriyeyê ya NY’yê di rapora xwe de îşaret pê kir ku Tirkiye li Rojavayê bi balafirên biçek ên bêmirov sivîlan dikuje.