* Abdullah Ocalan ku piştî ku bi komployeke navneteweyî ji Sûriyeyê hat derxistin û li Girava Îmraliyê di hucreyeke yekkesî de hat girtin, zêdetirî 26 salan e ji bo çareseriyeke demokratîk a pirsgirêka Kurd têdikoşe.
* Nerîman Ozcan, hevjîna Sînan Ozcan ku ligel dayik û birayê xwe li Payîzavayê hat kuştin, got: "Bûyer 30 metre dûrî qereqola polîsan pêk hat. Ev înfazeke plankirî bû. Ev malbat, malbateke destdirêj e û ji sala 1994'an vir ve cerdevaniyê dike.”
* Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Sêrtê diyar kirin ku bê azadiya Abdullah Ocalan aştî pêk nayê û gotin: "Kurdan hemû gavên pêwîst avêtine. Niha dora dewletê ye. Divê ew jî gavan biavêjin.”
* Panzdeh gotarên Endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê Nagihan Akarselê ya hat qetilkirin, ji bo zimanê spanî û katalanî hatin wergerandin û wekî pirtûkekê hatin weşandin. Fanny Arambilet ku wergera katalanî kir, got: "Vê xebatê kir ku em jin bên cem hev."
* Li Agiriyê berhevkirina silqokê dest pê kir. Cotkaran ku bertek nîşanî fiyetê silqokê dan gotin ku kîloyek silqok nake bi nîv qedeh çay.
* Welatiyên Wanê diyar kirin ku divê Komîsyona Meclisê li Abdullah Ocalan guhdarî bike. Welatiyan, bertek nîşanî polîtîkaya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî dan û gotin: “Li vir aştî, li Rojava polîtîkaya şer nabe.”
* Antropolog Sîbel Ozbudun têkildarî pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd axivî û got ku Tirkiye hêj jî mijarê weke pirsgirêka “terorê” digire dest.
* Jinên bi dirûşma “Em bi hêvî ber bi azadiyê ve dimeşin” ber bi Enqereyê ve dimeşin, di roja sêyemîn de dê li Dîlokê bin. (10.00-19.00)
*Bi boneya salvegera Komkujiya Vartînîsê dê li Mûşê meş bê lidarxistin. (14.00)
* 2’yemîn Hedîtina Kedê ya Jinan û Mihrîcana Çandê dê li Park Orman a Peyas a Amedê bê lidarxistin. (16.00-20.00)