WAN - Neriman Ozcan, hevjîna Sînan Ozcan ku ligel dayik û birayê xwe li Payîzavayê hat kuştin, got: "Bûyer 30 metre dûrî qereqola polîsan pêk hat. Ev înfazeke plankirî bû. Ev malbat, malbateke destdirêj e û ji sala 1994'an vir ve wekî cerdevaniyê dike."
Bulbul Ozcan (71) û kurên wî Osman (45) û Sinan Ozcan (50) êvara 24'ê Îlonê bi banga aştiyê li Taxa Qesirk a navçeya Payîzava a Wanê hatibûn vexwendin û piştî ku ji wesayîta xwe daketin, hatin kuştin. Ji pênc kesên ku roja piştî bûyerê hatibûn binçavkirin, du kes piştî îfadeya xwe ya li qereqola polîsan hatin berdan, sê kes jî hatin girtin.
Her çend der barê biryara nepenîtiyê ya li ser dosyeyê û lêpirsînan de tu agahî nehatine dayîn jî, hat gotin ku malbata ku êriş pêk aniye cerdevan bûye. Malbata Ozcan ku pênc saet piştî bûyerê cenaze ji taxa ku ketin û derketin qedexe bû, wergirtin, ragihand ku çend rayedarên ku cihê bûyerê lêkolîn kirine, diyar kirine ku çek çekên cerdevanên gund bûne. Malbatêku bilêv kir ku bûyer 30 metre dûrî qereqola polîsan çêbûye, îdia kir ku kesên ku hatine binçavkirin û girtin ne ew kes bûn ku bi rastî kuştin plan kirine an pêk anîne.
GEF DIDOMIN
Neriman Ozcan, hevjîna Sînan Ozcan ê ku hat kuştin, got ku tevî sê windahiyên malbatê jî, gef berdewam dikin, ji ber vê yekê ew nekarîne sersaxiyê deynin. Nerîman Ozcanê diyar kir ku meseleya di navbera her du malbatan de şeş meh berê dest pê kiriye û got: "Jinek zewicî ji malbata wan bi birayê biçûk ê hevjînê min re ji gund dertê. Piştre tiyê min ew bir mala malbata xwe. Malbatê ji ber vê yekê bi mehan gef li birayê mêrê min xwar. Piştî bûyerê, wan li pişt Nexweşxaneya Diranan a li Wanê gule li birayê mêrê min reşand û ew birîndar kirin."
‘PLANKIRÎ BÛ’
Neriman Ozcan bûyerên beriya komkujiyê wiha vegot: "Ew hem li dikana xwe gef li hevjînê min û hem jî li kurê min dixwarin. Me, wekî malbatekê, daxwaza lihevhatinê kir. Hevjînê min, birayê min û dêya min ber bi gund ve çûn. Sî deqe piştî çûyîna wan, hebera mirina wan hat. Ev malbat, malbateke destdirêj e, ji sala 1994'an vir ve muxtartî û cerdevaniyê dikin. Hemû gundî cerdevan in. Ji cerdevanên ku her şev nobedariyê digirin, wê şevê tu kes li wir nebû. Hemû hatin derxistin. Bûyer 30 metre dûrî qereqola polîsan qewimî. Li gund kesek tune. Ji bilî malekê, tevahiya gund tevlî vê yekê bû. Ew înfazek plankirî bû. Hemûyan dizanibûn û bêdeng man."
Neriman Ozcanê bilêv kir ku yên ku bi rastî endamên malbata wê kuştine û plan kirine serbest in û got ku gef berdewam dikin û jiyana wan di xetereyê de ye.
MA / Ceylan Şahînlî