Kesên di çalakiya Dayikên Şemiyê de hatin binçavkirin hatin berdan
- rojane
- 19:18 28/10/2023
Di çalakiya vê hefteyê ya Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê de, 27 kes hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin hatin berdan.
Di çalakiya vê hefteyê ya Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê de, 27 kes hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin hatin berdan.
Di Sempozyûma Bajêr a 1'emîn de, texrîbatên qeyûman ên li bajaran hat nîqaşkirin.
Kesayetên ku deklarasyona “Banga Aştiyê” îmze kirin dan zanîn ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd divê her kes ewilî ji aştiyê bawer bike.
Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê diyar kir ku tevî Delîl Bozkûrt ê li Girtîgeha Tîpa T a Wanê tê ragirtin ji sedî 80 astengdar e û nexweşê penceşêrê ye jî nayê dermankirin û xwest Bozkûrt bê berdan.
Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, xwest ku girtiyê nexweşê giran Cemal Tanhan demildest bê berdan.
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir li Êlihê di kongreya OHD’ê de axivî û diyar kir ku ji bo aştî pêk were divê demildest tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe û got: “Heke em li ber xwe bidin, em dikarin tecrîdê rakin.”
Girtiyê nexweş ê rewşa wî Giran Cemal Tanhan sewqî nexweşxaneya Eskîşehîrê hat kirin û bijîşkan ji malbatê re ragihand ku “gumana penceşêrê” pê re heye.
Endama PM’ê ya HEDEP’ê Hulya Ateş a serê sibê bi hinceta parvekirina li ser medya dîjîtal hatibû binçavkirin, hat berdan.
Hewldana Edaletê ya Ji Bo Roboskê ku têkildarî meha 142’yan a Komkujiya Roboskê daxuyanî da, diyar kir ku tişta li Roboskê qewimî îro li Xezayê diqewime.
Xizmên Windayan di çalakiya vê hefteyê de qurbaniyên Qetlîama Licê bi bîr anîn û hat gotin, “Ev doz ne dozek ku di demboriyê de bê hiştin. Divê li gorî rûmeta mirovî were biencamkirin.”
ÎHD’ê di çalakiyên piştgiriya ji Dayikên Şemiyê re çîroka Huseyîn Toraman ê di bin çavan de hate windakirin parve kir û wiha got: “Sedsala komarê di heman demê de bû sedsala windakirinên di bin çavan de û siyaseta bêgorbûnê jî.”
Îro carek din tevî biryara AYM’ê jî Qada Galatasarayê li Dayikên Şemiyê hat qedexekirin. Polîsan dîsa gelek kes kirin binçavan.
78 kesayetan li Stenbolê deklarasyona “Banga Aştiyê” eşkere kirin. Di deklarasyonê de wiha hat gotin: “Hewldana me li ser lêgerîna aştiyê ye û em hewl didin bibin rêwîtiyê aştiyê." Di deklarasyonê de hat xwestin ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi dawî bibe û hat destnîşankirin ku ji bo çareseriyê û aştiyê rola Ocalan grîng e.
Dema binçavkirina rêveberên Rêxistina HDP’a Beylikduzuyê ku duh hatibûn binçavkirin 24 saetan hate dirêjkirin.
Piştî Amerîka û Kanadayê Holandayê jî ji welatiyên xwe yên li Iraqê xwest ku di zûtirîn demê de welat biterikînin.