Komeleyên ziman: Divê di sedsala duyemîn a komarê de dawî li înkara kurd û kurdî bê anîn
- rojane
- 11:39 28/10/2023
Sazî û komeleyên ziman û wêjeya kurdî têkildarî salvegera 100’emîn a Komara Tirkiyeyê daxuyaniyek hevpar dan û hat destnîşankirin ku divê dawî li polîtîkaya înkar û pişaftina kurdan bê anîn û daxwaza gelê kurd a perwerdehiya bi zimanê zikmakî û fermbûna zimanê kurdî bê qebûlkirin.