Dema binçavkirina rêveberên HDP’î hate dirêjkirin

  • rojane
  • 13:06 28 Cotmeh 2023
  • |
img

STENBOL - Dema binçavkirina rêveberên Rêxistina HDP’a Beylikduzuyê ku duh hatibûn binçavkirin 24 saetan hate dirêjkirin. 

 
Rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Zemîne Gokçe, Emrûllah Şenyuz û Nûrten Demîr duh serê sibê di serdegirtinên malan de li navçeya Beylikduzu ya Stenbolê hatin binçavkirin. Hate zanîn ku 3 kesên ku sedema binçavkirina wan nehate zanîn, birine Miduriyeta Polîsan a Stenbolê.
 
Di lêpirsîna ku derbarê wê de biryara sînordarkirinê hate dayîn de tê payîn ku îro parêzer bi muwekîlên xwe re hevdîtinê bikin û dema binçavkirina wan 24 saetan hatiye dirêjkirin.