Rêxistinên navneteweyî banga berdana siyasetmedarên kurd kirin
- rojane
- 14:24 03/11/2023
Rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî banga berdana siyasetmedarên kurdî yên girtî kirin.
Rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî banga berdana siyasetmedarên kurdî yên girtî kirin.
Li Şirnexê baranek zêde dibare û mijê ku belav bû bandorek neyînî li çûnehatê dike. Li devera tunela Çiyayê Cûdî çav çavan nabîne.
Derket holê ku şahidê eşkere Umît Akbiyik derheqê 669 kesan de îfade daye, îfadeyên wî ji 112 rûpelan û ewraqa teşhîsa wî jî ji 671 rûpelan pêk tê. Bi vê yekê re derket holê ku Akbiyik di her 3 deqeyan carekê de kesek teşhîs kiriye.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag, tevli merasîma cenazeyê kekê xwe Necmî Yuksekdag bû.
Wezareta Hawîrdor, Bajarvanî û Avhewayê li navçeya Sûra Amedê 3 otel, 12 kargeh û 53 avahî dan ber firotinê.
Li bajarokê Qesirkê yê Şirnexê qezaya trafîkê çêbû. Di encama qezayê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ji bo hevdîtina li Girava Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Cîgirê Şaredarê Rezana Amedê Siddik Aycil û Midûrê Karên Fenê Firat Kiliç ji sûcê ku ji karsazekî “bertîlê girtin e” hatin girtin. Şaredar Huseyûn Beyoglû jî wek şahid îfade da.
DFG'a di rapora xwe ya meha cotmehê de diyar kir ku ji bo rojnamevan di hawireke ewle de peywira xwe pêk neyînin rêbazên cuda tên bikaranîn, da zanîn ku di meha cotmehê de 12 rojnamevan hatine binçavkirin, 3 rojnamevan hatine girtin, gelek rojnamevan hatin darizandin û 2 hezar û 22 nûçe hatine astengkirin.
Rojnameger Cengîz Erdînç ku hatibû binçavkirin hate berdan.
Di cotmehê de li ser sînorê bakur û rojhilatê Kurdistanê di encama gulebarana leşkeran de 3 kolber hatin qetilkirin û 27 kolber jî birîndar bûn.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku dorpêça li ser Xezeyê temam bûye û vebijêrka agirbestê jî di rojeva wan de nîne. Hamasê jî diyar ki ku wê Xeze bibe “laneta” Îsraîlê.
Tevî ku Banka Navendî rêjeya faîza polîtîkayê derxist ji sedî 35’ê jî dolar û euro radibe.
Hevserokê Şaxa ÎHD'a Colemêrgê Mûsa Bor anî ziman ku 7 sal in li Colemêrgê çalakî tên qedexekirin û got: "Ji ber qedexeyan tevahiya gel di bin tecrîdê de ye."
Dema girtinê ya siyasetmedar Gultan Kişanakê tije bûye lê dîsa jî nayê berdan. Hevşaredarên ku qeyûm tayinî şûna wan hatine kirin bertek nîşanî vê yekê dan û bang kirin ku hiqûq bê sepandin.