Rojnameger Erdînç hate berdan

  • rojane
  • 10:34 3 Mijdar 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Cengîz Erdînç ku hatibû binçavkirin hate berdan. 
 
Rojnameger Cengîz Erdînç duh li mala xwe ya li navçeya Ayvalik a Balikesîrê hatibû binçavkirin. Piştî îfadeya li Serdozgeriya Komarê ya Ayvalikê bi şertê kontrola edlî hate berdan. 
 
Komeleya Xebatên Medya û Hiqûqê (MLSA) li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal peyamek parve kir û wiha got: “Tevî ku emniyetê dizanî dê parêzer bên jî, parêzerê CMK’ê tev li îfadeyê bû. Dema parêzerên Erdînç û parêzerê MLSA’yê gihiştin dozgeriyê, bi hinceta ku jêpirsîn dest pê kiriye nehatin bikevin hundir.”