Li Şirnexê qeza çêbû: 2 kes mirin

  • rojane
  • 12:06 3 Mijdar 2023
  • |
img
ŞIRNEX - Li bajarokê Qesirkê yê Şirnexê qezaya trafîkê çêbû. Di encama qezayê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan. 
 
Li bajarokê Qesirkê yê Şirnexê kamyonek ji kontrolê derket û qelibî. Di encama qezayê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin Mehmet Tûncer û Hasan Berek ên di qezaya duh bi şev li taxa Çemê Şemo ya bajaroka Qesirkê çêbû de di wesayîtê de bûn bi giranî birîndar bûn. Tûncer û Berek ên bi ambûlansa hate cihê bûyerê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê tevî hemû mudaxileyan jî nehatin xelaskirin û jiyana xwe ji dest dan. 
 
Cenazeyên her du ciwanan piştî kirariyên otopsiyê dê li bajarokê Qesirkê bên veşartin.