Li Şirnexê baran û mij bandora xwe nîşan dide

  • rojane
  • 13:30 3 Mijdar 2023
  • |
img
ŞIRNEX - Li Şirnexê baranek zêde dibare û mijê ku belav bû bandorek neyînî li çûnehatê dike. Li devera tunela Çiyayê Cûdî çav çavan nabîne. 
 
Li navenda Şirnexê, li navçeyên wê Elkê, Qilabanê, li bajarokê wê Sêgirtkê û li navçeya Cizîrê baranek zêde dibare. Mij jî belav bûye û bandorek mezin li ser çûnehatê dike. Ji duh ve baran dibare û tevahiyê şevê bariya. Ji vê sibehê ve mij hatiye û bandorê li ser jiyanê dike. Çiyayên Cûdî û Gabarê bi mij hatiye girtin û li gelek deveran çav çavan nabîne. 
 
Li devera tunela Çiyayê Cûdî mij bandorek neyînî nîşan dide û hişyarî li şofêrên wesayîtan hat kirin ku baldar wesayîtên xwe biajon.