Derbarê rojnamevan Ren û 3 girtiyan de doz hate vekirin
- rojane
- 15:24 07/11/2023
Derbarê nûçegihana JINNEWS’ê Derya Ren û 3 girtiyên din de bi îdiaya “heqaret” û “bi qestî birîndarkirinê” doz hate vekirin.
Derbarê nûçegihana JINNEWS’ê Derya Ren û 3 girtiyên din de bi îdiaya “heqaret” û “bi qestî birîndarkirinê” doz hate vekirin.
Li navçeyên Ebex û Elbakê yên Wanê di civînên gel de azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hate xwestin û ji bo Meşa Gemlîkê ku dê di 18’ê mijdarê de bi dirûşmeya “Meşa Azadiyê” were lidarxistin, banga tevlibûnê hate kirin.
Radyo Hêvî ku bi kurdî weşanê dike, teklîfa Rêxistina HEDEP’ê ya Stenbolê ya ku dixwest ji bo kongreye reklamekê bide, bi hinceta “qedexeye” red kir. Rêveberên partiyê yên ev nêzîkatî rexne kirin wiha gotin: “Em vê yekê ji teqdîra gelê xwe re dihêlin.”
Li Çewligê di serdegirtinên malan de 18 kes hatin binçavkirin.
Dadgehê bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê”, 2 sal û 6 meh cezayê hefsê da Hevseroka Giştî ya DBP’ê ya berê Emîne Ayna.
Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) bi boneya rojnamevan Suleyman Ehmed bê berdan daxuyaniyek da û wiha got: “Em bang li hemû raya giştî û ya cîhanê dikin ku li dijî pêkanîna PDK’ê ya li dijî Suleyman Ehmed bêdeng nemînin û helwestê nîşan bidin.”
Ji bo lêkolînkirina nelirêtiyên li Şaredariya Peyasê ku qeyûm lê hatiye tayînkirin, mifetîş hate peywirdarkirin.
Hejmara 45’emîn a kovara Modernîteya Demokratîk bi berga “Rojhilata Navîn û Rojava” derket.
Hevseroka Giştî ya HEDEP’ê Tulay Hatîmogûllari bal kişand ser mitînga AKP’ê ya ji bo Filistînê û wiha got: “Weke ku ev mitîng ji bo amadekariyên hilbijartinên rêveberiyên herêmî li dar xistibûn. Ji bo gelê Filistînê negirîn. Rondikên derew dibarînin.”
Li Balefirgeha Hewlêrê bi dronan êrişî baregeha Hêzên Hevpeymanê hate kirin.
Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi miwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re ku 32 meh in tu agahî jê nayên girtin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Duh bi şev li gundê Enhil ê Mîdyadê li dijî welatiyê suryan Gevriye Akguç bi çekan êriş hate kirin. Akguç, jiyana xwe ji dest da.
57 saziyên demokratîk û 202 welatiyan bi danezana weşandin re ji bo Filistînê azadî ji bo herêmê û welat jî banga aştiyeke mayînde û adil kirin.
Li navçeya Misircê otomobîlek wergeriya û piştre jî agir vêketibû. Hat zanîn ku di qezayê de dayikek û 5 zarokên wê jiyana xwe ji dest dane.
Rojnameger Azîz Koyluoglû diyar kir ku ew ji bo jiyana rojnameger Suleyman Ehmed ê ku ji aliyê PDK'ê ve hatiye revandin bi fikar in û got: "Polîtîkaya PDK'ê ya li hemberî çapemeniya azad polîtîkaya AKP-MHP'ê ye."