Lijneya Şêwrê ya Meclisê biryara civiyanê da
- rojane
- 14:40 09/11/2023
Lijneya Şêwrê ya Meclisê ji bo nirxandina biryara Dadgeha Bilind a têkildarî Can Atalay dê saet di 17.00’an de bicive.
Lijneya Şêwrê ya Meclisê ji bo nirxandina biryara Dadgeha Bilind a têkildarî Can Atalay dê saet di 17.00’an de bicive.
Siyasetmedar Gunay Kubîlay di Doza Kobanê de parastina xwe kir û wiha bal kişand ser Dadgeha Bilind ku got “Em biryara AYM’ê nas nakin”: “Biryara Dadgeha Bilind, li dijî pergala Destûra Bingehîn darbe ye.”
Di maça navbera Bayern Munih - Galatasarayê de alîgiran ji bo piştevaniya bi Amedsporê re pankarta “Qedexeyên li ser Amedsporê rakin” vekirin.
Parêzerê Parlamenterê TÎP’ê Can Atalay, Akçay Taşçi ji bo giliyê 3’yemîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind ê derheqê endamên AYM’ê de wiha got: “Êdî mesele ji meseleya Can Atalay derketiye. Em niha li ser pergaleke Destûra Bingehîn nîqaşê dikin. Lewma êdî mijar berhemeke pevçûna di navbera komên îktîdarê de ye.”
Serokê Giştî yê CHP'ê Ozgur Ozel da zanîn ku têkildarî giliyê Dadgeha Bilind bi Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş re hevdîtin kiriye û dê Kurtulmuş têkildarî mijarê bangekî bike.
Danişîna doza rojnameger Safiye Alagaş jê tê darizandin taloqî 22’yê sibatê hat kirin.
Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi miwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re ku 32 meh in tu agahî jê nayên girtin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Hevserokê Giştî yê HEDEP’ê Tûncer Bakirhan diyar kir ku Dadgeha Bilind li dijî destûra bingehîn serî rakiriye û wiha got: “Em bang li Meclisê û Serokatiya Meclisê dikin ku li dijî hewldana darbeyê helwestê nîşan bidin.”
Welatiyên Wanê ji bo “Meşa Azadiyê” banga tevlibûnê kirin û wiha gotin: "Em dixwazin Ocalan û hemû girtiyên din di nav me de bin. Em ê di 18’ê mijdarê de li qadan bin.”
Yek ji îmzekeran rojnamevan Alî Dûran Topûz diyar kir ku deklarasyona “Banga Aştiyê” banga xurtkirina demokrasiyê ye û bal kişand ser statuya aktorên sereke yên daxwaza çareseriya aştiyane tînin ziman.
Danişîna duyemîn a 18 rojnamegeran a li Amedê dest pê kir. Rojnameger Omer Çelîk li dijî îdianameya têkildarî biryara yekkirina dosyayê parastina xwe kir û wiha got: “Ji ber nûçeyên derheqê me de hatine çêkirin, em bi ‘endamtiya rêxistinê’ tên tawanbarkirin. Ev tiştekî sosret e.”
Di ser erdhejên Mereşê de ku nêzî 50 hezar mirovan jiyana xwe ji dest dan, 9 meh derbas bûn. Hê jî avahî nehatine temamkirin û ji ber vê piraniya mexdûrên erdhejê di konteyneran de dimînin.
Ji Înîsyatîfa Rewşenbîr û Hunermendên Demokratîk nivîskar Ahmet Aktaş destnîşan kir ku tecrîda Îmraliyê "êrişeke bîrdozî ye" û got: "Heya tecrîda li ser Abdullah Ocalan ranebe dê çalakiyên me bidomin."
Li navçeya Çinar a Amedê malbata ciwanên winda bûbû îxbara malbata Akbogayê kiribû. Piştî vê, xaniyê malbata Akboga hatibû xerakirin. Malbata Akboga ku zirara wan nehatiye dayîn, bi mehan e di konteynereke 21 metrekareyî de dijî.
AKP hewl dide di hilbijartinên rêveberiyên herêmî de li navçeya Elkê bi ser keve û di vê çarçoveyê de 200 jê cerdevan navnîşanên 650 kesan ji gundan veguhest navenda navçeyê. Ji cerdevanan navnîşanên 67’an li heman apartmanê û yên 133’yan jî li Fermandariya Cendirmeyan a Navçeyê hatin qeydkirin.