Ayzît piştî 31 salan ji girtîgehê derket
- rojane
- 22:50 09/11/2023
Feyzi Ayzît, piştî 31 salan ji girtîgehê derket.
Feyzi Ayzît, piştî 31 salan ji girtîgehê derket.
Li ser doza qetilkirina Nûnerê KNK’ê yê Başûrê Kurdistanê Denîz Cevdet Bulbun, 2 kes hatin binçavkirin. Lê kujerê Denîz Cevdet bi xwe reviyaye Bexdayê û lêgerîn berdewam e.
Siyasetmedarê girtî Gunay Kubilay ku ji doza Kobanê tê darizandin, got: "Şahid çar îdiayên cuda derpêş dikin. Wekî bi lîstika şensê bilîzin îfade dane. Hûn ê ji bo hukmê beyanên van şahidan esas bigirin?"
Li bajarê Darmstadt ê Almanyayê ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kon hat danîn.
HEDEP'ê li Şax û Miksê HEDEP çû serdana dikandaran. Dikandaran eleqeyek mezin nîşanê HEDEP’iyan da.
Xwişka Gulistan Dokû ya piştî di sala 2020’an de li Dêrsimê ji wargehê derket û êdî agahî jê nehate wergirtin, Aygul Dokû ya bi Waliyê Dêrsimê Bulent Tekbiyikoglû re hevdîtin kir, diyar kir ku dê dosya jinûve bê lêkolîkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna kuştina welatiyê suryan Gevriye Akguç de, tevahiya kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan. Federasyona Komeleyên Sûryanî banga "Bila nebe cînayeta kiryarê nediyar" kir.
Zaroka bi navê Esra Y. li navçeya Şemzînanê rastî destdirêjiyê hatibû û piştre bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Qeyda wekîltiyê ya parêzerên doz dişopandin hatin jêbirin.
Danişîna doza Hevserokê HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan û Hevseroka Bajar a berê Hulya Alokmen hate taloqkirin.
Rojnameger Celalettîn Yalçin ku hatibû binçavkirin hate girtin.
Endamê HPG’ê Îbrahîm Halîl Yeşîldenîz li Herêma Federe ya Kurdistanê jiyana xwe ji dest da. Şîna Yeşîldenîz a li Amedê bi girseyî hate ziyaretkirin.
Di civîna gel a li Xinûsê de ji bo “Meşa Azadiyê” ku dê di 18’ê mijdarê de ber bi Gemlîkê ve bê lidarxistin banga tevlibûnê hate kirin.
Ji ber pirsgirêkên tenduristiyê înfaza Mehmet Emîn Ozkan ji bo 3 mehan hatibû taloqkirin. Rapora nexweşxaneyê ya “Nikare di girtîgehê de bijî” pêşkeşî dadgehê hate kirin. Dadgehê biryar da ku rewşa “taloqkirina înfazê” bidome.
Serdozgeriya Komarê ya Qersê ji ber parvekirinên siyasetmedarê kurd Mahmût Altinak ên li ser medyaya dijîtal lêpirsîn da destpêkirin.
Lijneya Şêwrê ya Meclisê ji bo nirxandina biryara Dadgeha Bilind a têkildarî Can Atalay dê saet di 17.00’an de bicive.