Di maça Lîga Şampiyonan de pankarta ‘Qedexeyên li ser Amedsporê rakin’ hate vekirin

  • rojane
  • 13:56 9 Mijdar 2023
  • |
img
AMED - Di maça navbera Bayern Munih - Galatasarayê de alîgiran ji bo piştevaniya bi Amedsporê re pankarta “Qedexeyên li ser Amedsporê rakin” vekirin. 
 
Di Koma A ya Lîga Şampiyonan a UEFA’yê de şevê din Bayern Munih li arena Munchenê bi Galatasarayê re lîst. Galatasaray 2-1 têk çû. Alîgiran, di maçê de xwestin balê bikişînin ser qedexeya alîgiran a di maçên deplasmanê yên Amedsporê de û pankarta “Qedexeyên li ser Amedsporê rakin” vekirin. 
 
Koma Barîkatê ya Amedsporê ji ber pankarta alîgirên Bayern Munihê keyfxweşiya xwe anîn ziman û li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal ev peyam parve kir: “Em careke din ji ber piştevaniya dostên xwe, spasiya wan dikin.”