Li Silopiyayê qeza: 2 kes mirin û 6 kes birîndar bûn
- rojane
- 20:21 21/11/2023
Li ser rêya Silopiya ya bi ser Deriyê Sînor ê Xabûrê ve qeza çêbû. Di qezayê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li ser rêya Silopiya ya bi ser Deriyê Sînor ê Xabûrê ve qeza çêbû. Di qezayê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Hevserokên Giştî yên DBP'ê û şandeya bi wan re, serdana Taxa Seyîtlerê ku 4 kes ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dabûn, kirin. Keskîn Bayindir got: "Heya ji destê me bê em ê gelê xwe muhtacî qeyûman nekin."
Parlamenterên HEDEP’î ji ber çêrên li partiya wan kiribûn, kursiya Meclisê dagir kirin û Serokwekîlê Meclisê yê MHP’î Celal adan protesto dikin.
Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya îdia kiribû ku endamê HPG’ê Yûnûs Babayîgît di êrişê de jiyana xwe ji dest daye. Li ser pirsa malbatê, dozger ji malbata Babayîgît re got; “Di girtîgehê de ye lê dê destûr neyê dayîn ku bi tu kesekî re hevdîtinê bike.” Malbat, ji ber jiyana zarokê xwe bifikar e.
Koalîsyona Jinan a di Rojnamevaniyê de (CFWIJ) ragihand ku di êrişa Îsraîlê ya li dijî Lubnanê de rojnamevanên bî navê Farah Omar û kameravan Rabîh Maamarî jiyana xwe ji dest dane.
Doza nû ya li ser îfadeyê şahidê eşkere li endamê Meclisa Ciwanan a HDP’ê yê berê Husamettîn Tanrikulu hatiye vekirin bi dosyaya li Stenbolê didomiya re kirin yek dosya.
Parlamenterên HEDEP’ê di hevdîtinên bûdçeya Wezareta Dadê de bertek nîşanî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dan.
Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Îzmîrê li dijî biryarên alîgir ên darazê, li pêşiya Edliyeya Îzmîrê nobeta edaletê li dar xistin.
Li Êlihê Lalîxan Guner (54) û sê neviyên wê yên temenê wan di navbera 1 û 9 salî de ber ava lehiyê ketin û jiyana xwe ji dest dan. Derket holê ku qenala avê ya li rex mala wan a bi betonê serê wê hatiye girtin rê li ber mirina wan vekiriye.
Siyasetmedar Meryem Adibellî ya ji Doza Kobanê girtî diyar kir ku di çarçoveya dozê de hate binçavkirin û bi şertê hefsa malê hate berdan lê polîsan mudaxileyî biryarê kirin û derbarê wê de careke din biryara binçavkirinê derxistin û dane girtin.
Danişîna doza derbarê Midûrê Karên Nivîsan ê Berpirsyar ê Kovara Demokratîk Modernîteyê Ramazan Yurttapan, edîtorê kovarê Haydar Ergul de bi idiya “heqaret li Serokkomar kirine” hatiye vekirin, hate taloqkirin.
Li bajarên herêma Serhedê ev du roj in berf dibare. Ji ber berfê rêyên gelek gundan hatin girtin û ajokar û rêwî di rêyan de asê man. Li hinek navendan jî ji bo perwerdeyê navber hate dayîn.
DFG’ê diyar kir ku bi ser qetilkirina belavkarê rojnameyê Halîl Adanir re 31 sal derbas bûne û wiha got: “Ew, ‘Generalên Biçûk’ ên Apê Mûsa bûn. Ji bo Çapemeniya Azad bigihije van rojan wan gelek ked dan.”
Parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi miwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re ku 32 meh in tu agahiyan jê nagirin û ji bo 6 mehan cezayeke nû yê hevdîtina bi parêzeran re lê hatiye birîn, serlêdan kirin.
Hevseroka HEDEP’a Stenbolê Gonca Yangoz diyar kir ku “Meşa Azadiyê” ya ber bi Gemlikê ve hate lidarxistin xala werçerxê ye û wiha got: “Heta ku encamê bigirin em ê bidomînin. Em ê tecrîdê rakin. Em ji bo vê têdikoşin.”