Li Silopiyayê qeza: 2 kes mirin û 6 kes birîndar bûn

  • rojane
  • 20:21 21 Mijdar 2023
  • |
img
ŞIRNEX- Li ser rêya Silopiya ya bi ser Deriyê Sînor ê Xabûrê ve qeza çêbû. Di qezayê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan.
 
Li navçeya Silopiya ya Şirnexê li ser rêya Deriyê Sînor ê Xabûrê qeza çêbû. TIR û texsiyek li hev qelibûn. Piştî qezayê gelek ambulans û polîs sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Di encama qezayê de 2 kesan li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dan û 6 kes jî birîndar bûn. 
 
Kesên birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyayê û mirî jî rakirin morga nexweşxaneyê. 
 
Malbat piştî bi bûyerê hesiyan berê xwe dan nexweşxaneyê.