Rojnamevan Îrfan Ûçar hate binçavkirin
- rojane
- 12:37 06/12/2023
Rojnamevan Îrfan Ûçar, bi serdegirtina mala xwe ya li Dîlokê hate binçavkirin.
Rojnamevan Îrfan Ûçar, bi serdegirtina mala xwe ya li Dîlokê hate binçavkirin.
Di danişîna doza derbarê Berdevka Jinan a HEDEP’ê Halîde Turkoglû ya parlamenter hate hilbijartin hatiye vekirin de, dadgehê biryara rawestandina darizandinê da û bergiriya qedexeya derveyî welat û şertê kontrola edlî ranekir.
Li Deriyê Sînor ê Xabûrê ji ber zêdebûna çûn û hatinê bi kîlometreyan dora wesayîtan çêbû. Kesên dixwazin têkevin Tirkiyeyê bi saetan di rêyan de man.
Îşkenceya li dijî ciwanên HEDEP’î yên ku dema belavok belav dikirin ji hêla polîsan ve hatin derbkirin û binçavkirin li emniyetê jî berdewam kir. Ji ciwanan Adnan Vural got ku wan raporên derbkirinê wergirtine û dê giliyê polîsan bikin.
Sefîrtiya Japonyayê ya li Tirkiyeyê daxuyand ku PKK ji lîsteya rêxistinên terorê nehatiye derxistin û got: “Di polîtîkayên hikûmetê de têkildarî vê mijarê tu guherîn nînin.”
Di encama serdegirtinên malan ên li Mêrsînê de endamê PM’a HDEP’ê Alî Bîlen jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.
Girtiyên li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Amedê ketin greva birçîbûnê diyar kirin ku tecrîda girankirî û îzolasyona mutleq sîorê tehemûlê derbas kiriye û banga xwedîderketina li çalakiyê kirin.
Nûçegihanê MA’yê Ergîn Çaglar dema Meşa Gemlîkê dişopand hatibû binçavkirin û der barê wî de doz hatibû vekirin. Çaglar beraet kir û di biryara beraetê de wiha hat gotin: “Dêlîlên şênber nehatin dîtin.”
Danişîna ewil a rojnameger Dîcle Muftuoglû dê bê lidarxistin û di îdianameya wê ya 43 rûpelan de navê wê di 41 rûpelan de tune ye. Li gorî dozger, Muftuoglû jiyana xwe ya civakî ji bo “endamtiya rêxistinê” weke qilfek bi kar tîne.
Jinên ji Doza Kobanê girtî piştî erdheja li Gemlîkê, ji bo rewşa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan serî li Wezareta Dadê dan ku wan sewqî Girtîgeha Îmraliyê bikin.
Hevberdevka Komîsyona Mafên Mirovan a HEDEP’ê Nûray Ozdogan diyar kir ku faîlên Komkujiya Vartînîsê diyar in û doza wê bi biryara îradeya siyasî hatiye betalkirin.
Çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger ku girtiyên siyasî di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî” de daye destpêkirin di roja 10’an de berdewam dike.
Ji rojnameger Silêman Ehmed ku ji hêla asayîşa PDK’ê ve hatiye binçavkirin 43 roj in tu agahî nayên girtin.
Qeyûmê Şaredariya Cizîrê li ser girekî Cizîrê teraseke ji camê çêkiriye û heqê rûniştin û wênekişandinê ji gel distîne.
Li HEDEP'ê pêvajoya serlêdana ji bo bernamzetiyê ya ji bo hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê dewam dike. Hevserokê HEDEP'ê yê Amedê Abbas Şahîn bi bîr xist ku dema serlêdanê 10'ê Kanûnê ye.