ROJEVA 7'Ê KANÛNA 2023'YAN
- rojane
- 09:01 07/12/2023
Li ser medyaya sanal gelek kesan bi etîketa “#DirenişTecridiYenecek” banga "Bi hezaran girtî li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne. Em dibin dengê wan. Tu jî bibe dengê wan" kirin.
Siyasetmedara kurd Pervîn Odûncû ya di doza Kobanê de tê darizandin, diyar kir ku aştî tenê bi şikandina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêkan e û got: "Me wê rojê jî tecrîdê qebûl nekir, em îro jî qebûl nakin."
Di çarçoveya çalakiyên Hefteya Mafên Mirovan de ku ji aliyê OHD, ÎHD û Baroya Rihayê ve tên lidarxistin, fîlmê Press ku behsa serpêhatiyên rojnamegerên Rojnameya Ozgur Gundemê dike, hat pêşandan.
Aydin Erdem ku di çalakiyên protestokirina der barê girtina DTP'ê de ji aliyê polîsan ve hat kuştin, li ser gora xwe hat bibîranîn.
Girtiyên siyasî yên jin ên li Girtîgeha Gebzeyê tên ragirtin ragihandin ku tev li greva birçîbûnê bûne û wiha gotin: “Heta ku tecrîda li Îmraliyê hebe dê demokrasî, aştî, mafên mirovan û azadiyên welêt û gelên me jî tecrîdkirî bin.”
Cenazeyê zaroka 15 salî ku hate îdiakirin xwe avêtiye Çemê Dîcleyê, piştî 10 rojan li Herêma Kurdistanê hate dîtin.
Parlamentera HEDEP’ê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan û çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan û xwest ku guh bidin daxwazan.
Danişîna doza kujerê Hrant Dink ê bi navê Ogun Samast ku bi daxwaza 10 sal cezayê hefsê tê darizandin, hate lidarxistin. Samast, ji Trabzonê bi rêya SEGBÎS’ê tev li danişînê bû û ji bo parastinê dem xwest. Dadgehê ev daxwaz qebûl kir û danişîn taloq kir.
Nobetên Edaletê yên ji bo piştgiriya bi çalakiyên greva birçîbûnê re hatine destpêkirin didomin. Serdanên ji bo çalakiyên nobetê yên li Amed, Wan, Edene û Mêrsînê berdewam kirin. Di çalakiya li Mêrsînê de dengê girtî Merge Polat hate guhdarîkirin û wiha got: “Dê dawî muhteşem be.”
Ji ber pirsgirêkên tenduristiyê înfaza Mehmet Emîn Ozkan hatibû taloqkirin. Dozgerê beriya danişîna sibê were lidarxistin mutalaya xwe pêşkeşî dadgehê kir xwest cezayê muebedê yê ji aliyê Dadgeha Ewlehiya Dewletê ve li Ozkan hatiye birîn were pejirandin
Li Hewlêrê li dijî baregeha leşkerî ya DYA’yê bi dronê êrişek hate kirin.
Şêniyên gundê Serseven ê navçeya Pîranê, yên ev 20 roj in bêceyran in, xwestin pirsgirêka wan were çareserkirin.
Li Şirnexê ji cerdevan Ramazan Babat ê ji ber sûcê “îstîsmara zayendî ya biwesf li zarokê kiriye” tê darizandin ceza hate xwestin. Zaroka ku rastî tecawizê hate got ku gef li wê û malbata wê hatiye xwarin.
Amirê polîsan Sirri Erdogan ku bi wesayîtê da ser parêzer Serkan Karakaş û birîndar kir, bi sûcê “Bi qesdî hewl da bikuje” tê darizandin. Tevî du raporên “dikare ceza lê were birîn” jî dadgehê biryara da ku bersûc cara sêyemîn sewqî ATK’ê bê kirin.