8 sal in ji bo aqûbeta xizmên xwe hîn bibe têdikoşe
- rojane
- 10:30 12/12/2023
Li Cizîrê gelek malbat ji bo aqûbeta xizmên xwe yên 8 sal berê di dema qedexeyên derketina derve de winda kirin hîn bibin têdikoşin.
Li Cizîrê gelek malbat ji bo aqûbeta xizmên xwe yên 8 sal berê di dema qedexeyên derketina derve de winda kirin hîn bibin têdikoşin.
Hevseroka DBP’a Nîsêbînê Remziye Bayhan di serdegirtina malê de hate binçavkirin.
Hevseroka Şaxa ÎHD’a Colemêrgê Sîbel Çapraz anî ziman ku divê şandeyên serbixwe bişînin Girava Îmraliyê û bi lêv kir ku divê pirsgirêka kurd were çareserkirin.
Ji rojnameger Silêman Ehmed ku ji hêla asayîşa PDK’ê ve hatiye binçavkirin, 49 roj in tu agahî nayên girtin.
Çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyên siyasî bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî” dane destpêkirin di roja 16’an de didome.
Li aktîvîsta TJA’yê Ayşe Ekîncî 7 sal û 6 meh cezayê hefsê hate birîn. Sedema ceza jî weke pirtûkên hatine desteserkirin, axaftina wê ya di Newrozê de û nûçeyên derheqê wê de hatine çêkirin in.
Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Kiriklarê û Girtîgeha Jinan a Qeyseriyê tên ragirtin û di greva birçîbûnê de, dertnîşan kirin ku xelasbûna pirsgirêkên Tirkiye û Rojhilata Navîn bi azadbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêkan e.
Di qedexeya derketina derve ya li Silopiyayê de bi dehan kes li ber deriyên mala xwe bi guleyên sekvanan hatin qetilkirin. Malbatên wan 9 sal in ji bo edaletê têdikoşin û dibêjin: "Em ê wan rojan ji bîr nekin û li pey doza wan bimeşin. Kujerê zarokên me dewlet e."
Di bûyera destdirêjiya li dijî zaroka 15 salî ya li Wanê de xizmê zarokê H.Y. hate girtin û ji bo faîlê din çawişê pispor K.K. jî biryara neşopandinê hate dayîn.
Fatûreyên bargiran ên DEDAŞ'ê û cezayên DEDAŞ dibire kirine ku li Mêrdînê cotkar dest ji çandiniyê berdin. Cotkaran anî ziman ku ji ber ku DEDAŞ'ê dest daniye ser desteka wan, êdî nikarin çandiniyê bikin.
Malbatên girtiyên ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kirin, gotin "Dibe ku sibê dereneg be" û bang li her kesî kirin ku li dijî tiştên diqewimin dengê xwe bilind bikin.
Dîlek Baykan a ji bo keça xwe ya girtî ji Enqereyê koçî Amedê kir û tev li 'Nobeda Edaletê' bû got ku "Ez bi dayikan re me" û ji bo hemû girtiyan doza edalet û azadiyê kir.
Têkildarî bûyera êrişa çekdarî ya li hemberî rêveberê DEM Partiyê Ahmet Gun û kurê wî, ji 3 jê cerdevan li 4 kesan dihat gerîn. Ji van kesan kesekî 60 salî xwe radestî cendirmeyan kir.
Endamê Meclisa Şaredariya Sêgirkê û rêveberê DEM Partiyê Ahmet Gun ku di êrişa çekdarî de jiyana xwe ji dest da, li Sêgirkê hat definkirin.