Çalakiya greva birçîbûnê di roja 17’an de didome
- rojane
- 09:43 13/12/2023
Çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyên siyasî bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî” dane destpêkirin di roja 17’an de didome.
Çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyên siyasî bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî” dane destpêkirin di roja 17’an de didome.
Karsazê AKP'yî Suleyman Bolunmez ku hemû kanên komirê yên li herêmê dixebitîne, ji bo rêya kanên komirê di bin gundê Avgamasya de tunelê çêdike. Ji bo çêkirina tunelê dînamît tên teqandin. Ji ber teqandina dînamîtan li gund gelek avahî xesar dîtine. Şêniyên gund bertek nîşanî vê yekê dan û xwestin ku dawî li çêkirina tunelê bê.
Malbatên beşdarî Nobeta Edaletê bûne, ji bo yekitiya li dijî tecrîdê bang kirin.
Mehmet Kaya ku beşdarî Nobeta Edaletê ya Amedê bû, got ku "Ji bilî berxwedanê tu çareya me nîn e" û bang kir ku her kes li dor girtiyan bibe xelek.
Dayikên ku piştî salan cenazeyên zarokên xwe wergirtin diyar kirin ku dewlet bi vê rêbazê dixwaze ku ew bi paş ve gavê biavêjin û gotin: "Heta ku dilopek xwîn di laşê me de hebe em ê li pey doza zarokên xwe bin. Em hevalên vê dozê ne."
Hevberdevkê Komîsyona Qebûlkirina Namzetan a Sêrtê ya DEM Partiyê Eşref Tekîn ji bo hevşaredariyê û meclisa şaredariyê bang li welatiyên Sêrtê kir.
Dayika Hevserokê Meclisa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç ku di dema qedexeya derketina derve de bi gotina xwe ya "Em ê çok nedeynin" di bîra mirovan de maye Esmer Tûnçê wiha got: "Ne dayika wî, ne malbata wî û ne jî gelê wî çok danenî."
Hevseroka Giştî ya DBP'ê ya berê Sebahat Tûncelê diyar kir ku desthilata siyasî li hemberî têkoşîna tevgera jinên kurd amûrên çewisandinê bi kar tîne û got: "Desthilata ku ji têkoşîna me ditirse, dê li hember paradîgmaya demokratîk û azadiya jinê nikaribe li ser pêyan bisekine. An em ê rêyekê vekin an jî em ê rêyekê bibînin."
Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê peymana civakî pejirand.
Girtiyê nexweş Mehmet Guvcîn di bin dorpêça polîsan de hate definkirin.
Nobeta Edaletê ya bi daxwaza azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan li Amed, Wan, Edene û Mêrsînê hatine destpêkirin di roja 9’emîn de berdewam dike.
Polîsan li Farqînê bi ser hinek malan de girtin û 3 kes hatin binçavkirin.
Serokê Amedsporê Azîz Elaldi êrişa li dijî hakem Halîl Ûmût Meler hatiye kirin şermezar kir û got: “Heke hûn ewqas toleransê nîşanî tîmekê bidin û li şûna cezakirinê wan kesan xelat bikin, dê bi xwe re encamên wiha bîne.”
Abdurrahîm Gun ku di êrişa cerdevanan de bavê wî Ahmet Gun jiyana xwe ji dest da û ew bi xwe birîndar bû, diyar kir ku dema êzing kom dikirin cerdevanan ji wan re gotine; “ji vir herin” û piştre jî gule li wan reşandine.