Çalakiya greva birçîbûnê di roja 15’an de didome
- rojane
- 09:28 11/12/2023
Çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyên siyasî bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî” dane destpêkirin di roja 15’an de didome.
Çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyên siyasî bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî” dane destpêkirin di roja 15’an de didome.
HDP li ser angaştên pûç û bê kok ji 25'ê nîsana 2021'an heta niha ji doza Kobanê tê darizandin. Li ruxmê ku angaştên şahidên nepen û aşkere ku gotin “HDP'ê ji konferansa zindanê ya Qendîlê ferman girtiye" jî darizandina HDP'ê ya li dijî hiqûqê didome.
Serokê ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz ê têkildarî aştiyek civakî axivî, diyar kir ku divê Tirkiye meseleya kurd bi rêya demokrasiyê çareser bike û got: “Polîtîkayên qeyûm û tecrîdê ji bo aştiyeke civakî astengî ne û demokratîkbûyîna Tirkiyeyê bi çareserkirina meseleya kurd pêkane.”
Hevseroka SZK’ê Vîyan Hesen ku bi Ferhat Mûsa re Rêzimana Kurmancî çap kir bi lêv kir ku wan ji bo standartkirina kurdî ya nivîskî xebatek bi vî rengî danê destpêkirin û ev xebat berdewamiya xebatên beriya xwe ye.
Wasiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mazlûm Dînç anî ziman ku hişyariyên erdhejê yên têkildarî Îmraliyê fikar zêdekirine. Dînç bal kişand ku daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî” rewa ye û got: “Divê li dora daxwaza azadiyê bibin yek û zorê li çareseriyê bikin.”
Hejmara 208’an a Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Bibin dengê azadiyê” gihişt xwînerên xwe.
Hate diyarkirin ku li Şirnexê ciwanê bi navê A.B. yê 17 salî ku li wargeha lîseyê dima û ji aliyê midurê wargehê ve ji wargehê hatiye avêtin xwe kuştiye.
Serokê TÎHV’ê Metîn Bakkalci yê di aktîvîteya têkildarî 10’ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Cîhanê de axivî, tespît kir ku maf veguheriye îstîsnayê , binpêkirin jî veguherîne rêgezan û wiha got: “Em ê têkoşîna xwe ya li dijî vê ferasetê bidomînin. Mirovahî dê rêyeke nû bibîne.”
Li Rihayê li ber miduriyeta polîsan di navbera du malbatan de şer derket. Di encama şer de kesekî jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.
Sezaî Temellî yê HEDEP’î ku li Wanê di panelekê de axivî, diyar kir ku hêzên kurewî ji ber fikrên wî Abdullah Ocalan “bixeter” dibînin û wiha got: “Paradîgmaya Abdullah Ocalan tevî tecrîdê belavî cîhanê bû.”
Rêxistinên elewiyan bi dirûşma “Perwerdeya laîk, jiyaneke mirovane û Tirkiyeya demokratîk” li Kadikoyê mitîng li dar xistin. Di mitîngê de peyama “Em ê teslîmî tarîtiyê nebin, zû yan jî dereng bi ser kevin” hate dayîn.
Li Konyayê malbatekê zaroka xwe ya 13 salî bi Alî G. yê 28 salî re nîşan kir.
Hat îdiakirin ku kesê li navçeya Halîliyeyê di wesayîta wî de 40 kîloyên hişbirê hatine girtin, çawişê pispor e.
Di çalakiyên Nobeta Edaletê yên li Amed, Wan, Edene û Mêrsînê de xizmên girtiyan daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê kirin.