Li 5 bajaran daxwaza ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ bilind bû
- rojane
- 16:44 30/12/2023
Çalakvanên li Edeneyê, Amed, Wan, Mêrsîn û Stenbolê Nobeta Edaletê didomînin, daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî” berz kirin.
Çalakvanên li Edeneyê, Amed, Wan, Mêrsîn û Stenbolê Nobeta Edaletê didomînin, daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî” berz kirin.
Înîsîyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo berdana Abdûlalîm Kaya yê 80 salî û ji sedî 93 astengdar, careke din bang li rayedaran kir.
Girtiyê bi navê Naîf Aybar ê li Girtîgeha Tîpa T a Wanê dihat ragirtin û salek bû ji ber penceşêrê dihate dermankirin, jiyana xwe ji dest da.
ÎHD’ê diyar kir ku Ergîn Aktaş ê destê wî yê rastê û milê wî yê çepê nîne û ATK’ê derbarê wî de 6 caran rapora “nikare di girtîgehê de bimîne” daye nikare pêdiviyên xwe bi cih bîne û banga berdanê kir.
Malbatên Windakiriyan faîlên Mehmet Ozdemîr ê li Amedê hatiye windakirin, Necmî Çaçan ê li Tetwanê hate qetilkirin û 19 jê zarok 34 kesên di 28’ê kanûna 2011’an de di encama bombebarana balafirên şer de hatin qetilkirin pirsîn.
Dayikên Şemiyê destnîşan kirin ku sala 2023’yan bû sala binçavkirin, astengkirin û darizandinan û ev peyam dan: “Em ê di sala nû de hêviya xwe ya xwe gihandina windakiriyên xwe mezin bikin.”
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari ya di kongreya partiya xwe ya Bedlisê de axivî, diyar kir ku ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd divê tecrîda li Îmraliyê were rakirin û got: “Em ji bo vê dewletê bilez vedixwînin diyalogê.”
Şaredariya Êlihê ya di bin rêvebirina qeyûm de ye bêyî erêkirina Wezareta Hawîrdor, Bajarvanî û Veguherîna Avhewayê, dest bi xebatên Projeya Herêma Senayiya Organîzeyê ya ku dê li kêleka Çemê Êlihê were çêkirin kir.
Li Îranê kurdê bi navê Mansûr Salamat, li navenda binçavkirinê ya lê hate girtin, di encama îşkenceyê jiyana xwe ji dest da.
Li Girtîgeha Tîpa T ya Karbûkê berdana 13 girtiyan ji ber biryara Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya “ne di rewşeke baş de ne” hate taloqkirin.
Rojnameger Kurtay Serhat ê têkildarî şerê li herêmên Zap, Metîna, Avaşîn û Xakurkê diqewime axivî, diyar kir ku windahiyên leşkeran tên veşartin û wiha got: “Bi salane propagandaya 'me qedandin' tê kirin. Lê hatiye rewşeke wisa ku ew bi xwe jî bûne qurbana derewên xwe.”
Çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyên siyasî bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî” dane destpêkirin di roja 34’emîn de berdewam dike.
Ji rojnameger Silêman Ehmed ku ji hêla asayîşa PDK’ê ve hatiye binçavkirin, 67 roj in tu agahî nayên girtin.
Endamê Komîsyona Mafên Mirovan a ÎTO’yê Doç. Dr. Mûrat Ekmez destnîşan kir ku greva birçîbûnê xesarên mayînde li ser tenduristiya girtiyên dikevin greva birçîbûnê ava dike û anî ziman ku divê raya giştî, partiyên siyasî, rêxistinên demokratîk ên civakî li dijî pergala tecrîdê ya vediguhere îşkenceyê derkevin.
Parêzerê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Emran Emekçî diyar kir ku polîtîkayên leşkerî û ewlekariyê yên di pirsgirêka kurd de êdî encamekî nadin û wiha got: “Ji bo vebijêrka hiqûqî û siyasî bixin meriyetê, sala 2024’an guncav e. Bingeha hiqûqî ya tenduristî, ewlehî û azadiyê ya Ocalan heye. Bingeha çareseriya siyasî jî heye.”