ROJEVA 1'Ê ÇILEYA 2024'AN
- rojane
- 09:00 01/1/2024
Di sala nû de zem li heqê rê û piran hate kirin.
Li navçeya Geverê li ser hev 3 erdhej çêbûn.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatina Cejna Noel û sersala nû li hemû gelê Sûriyeyê pîroz kir û banga çareseriya siyasî û destpêkirina diyalogê demokratik ya Sûriyeyê kir.
Îfadeyên nûçegihanê me Hakan Yalçin û Baran Tûncel, Rojbîn Dogan û Siyajîn Yaman ên di bin çavan de ne hêj nehatiye wergirtin. Hate diyarkirin ku di çarçoveya lêpirsîna berdewam dike de dibe ku hejmara binçavkiriyan zêde bibe.
Cenazeyê bavê Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş, Tahîr Demîrtaş, li Goristana Mardînkapi hate veşartin.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş di peyama xwe ya ji bo bavê xwe yê jiyana xwe ji dest da şand de wiha got: “Xeman nexwe bavo dilê me ji vê hucreyê mezintir e.”
Welatiyên ku li gelek bajaran Nobeta Edaletê domandin diyar kirin ku dê li hemberî zextan serî netewînin û wiha gotin: “Heta tecrîd neyê rakirin dê li vî welatî tu pirsgirêk çareser nebin.”
Bavê Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş, Tahir Demîrtaş îro wefat kir. Hat zanîn ku Demîrtaş dê tev li merasîma cenazeyê bavê xwe nebe.
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan ji ber parvekirina nîjadperest, derheqê Tuba Uşik de serlêdana sûc kirin.
Hezar û 25 parêzerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û herêmên din tev li kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” bûn, serî li Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî dan.
Li çoltarê Çiyayê Bagokê qedexe hatibû ragihandin û operasyona li herêmê didome. Hat zanîn ku cenazeyên 3 endamên HPG’ê anîne morgê û ji ber ku cenaze hatine şewitandin, malbatan nekarîn teşhîs bikin.
Di encama serdegirtinên malan ên li Mûşê de 2 endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê hatin binçavkirin.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan bal kişand ser êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha got: “Di demeke ku li Rojava saziyên perwerde û tenduristiyê bombebaran dikin de hûn nikarin ji kurdan re bibêjin bira. Heke em bira bin, wê demê divê pirsgirêka kurd bê çareserkirin.”
Rojnamegera girtî Dîcle Muftuoglû di peyama xwe ya sersalê de wiha got: “Ji niha ve sersala her kesî pîroz be. Ji bo hemû rojnamegeran azadiyê hêvî dikim.”