ROJEVA 30'Ê KANÛNA 2023'YAN
- rojane
- 09:00 30/12/2023
Siyasetmedarên DBP û DEM Partiyê yên li Sêrtê hatin binçavkirin, serbest hatin berdan.
Edîtorê Gerçek Gundemê Fûrkan Karabay ê hatibû binçavkirin ji aliyê Dadgeha Ceza ya Sûlh ve hate girtin.
Yek ji çalakgera Nobeta Edaletê ya li 6 bajaran berdewam dike Dayika Aştiyê Zekiye Kaya wiha got: “Bi Ocalan re tenê 30 deqîqeyan were axaftin dê aştî û çareserî wê kêliyê were avakirin” Parlamenterê DEM Partiyê Kamûran Tanhan jî ji bo ku dengê aştiyê were bilindkirin herkes vexwend Nobeta Edaletê.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş diyar kir ku gelê kurd piştî bi hezaran salan li erdnîgariya Anatoliyayê roleke navendî dilîzin û wiha got: “Kurd êdî ji cihê ji bo wan hatibû diyarkirin derketin. Bi îdiaya demokratîkkirina Tirkiyeyê dest pê kirin. Ji bo wan talûke mezin e.”
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê ku qurbaniyên komkujiyên Mereş û Roboskê bi bîr anîn, dewlet vexwend ku lêborînê bixwaze û têkildarî tiştên qewimî rastiyan derxîne holê.
Nûçegihanê ajansa me Hakan Yalçin ê bi hinceta lêpirsîneke derbarê wî de hatiye destpêkirin hate binçavkirin, bibin Meletiyê.
Di encama bombebaran dewleta tirk a li dijî Qamişloyê de xisareke mezin gihiştibû Dibistana Lehdo Mesûd û dibistan ji xizmetê derket.
Li ser rêbeja Amed-Çewligê qeza çêbû û 27 kes birîndar bûn.
Egîtîm Senê xwest ku kesên di lêkirina navê Esat Oktay Yildiran a li dibistaneke Bucayê ya Îzmîrê de berpirsyartiya wan heye bên cezakirin.
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) bi tevlîbûna rojnamegerên xwedî tecrube 2’yemîn Kargeha Nûçegihaniyê ya Krîzê li dar xist.
Doç. Dr. Tûba Işik têkildarî qurbaniyên Roboskê parvekirineke nijadperest kir. Baroya Rihayê giliyê ji ber parvekirina nijadperest giliyê Işik kir.
Dorpêça leşkeran a li gundê Hespistê 9 roj in berdewam dike.
Neviyê Şêx Seîd û Serokê Komeleya Şêx Seîd Mehmet Kasim Firat, bertek nîşanî cezakirina biraziya xwe Rûşen Firatê ku cezaya parvekirina “ala tirkan” danê, da û wiha got: “Çawa ku Esat Oktay li zindana Amedê heqaret li girtiyan dikir û sirûd bi wan dida xwedin, îro jî heman hişmendî bi awayek modern û zêdetir teknîkî di meriyetê de ye.”
Li gorî nûçeya Rojnewsê şeva borî sê girtiyên siyasî yên kurd ên bi navê Wefa Henare, Aram Umerî Berdiyanî û Rehman Perhazû ji aliyê rejîma Îranê ve hatin bidarvekirin.