NAVENDA NÛÇEYAN - ÎHD'ê û xizmên windayan di çalakiyên li Amed, Êlih, Colemêrg û Îzmîrê de, ji bo Zozan û Orhan Eren, Mecît Baskin, Şehmuz Însel û Şeyhmus Eroglû daxwaza edaletê kirin.
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û xizmên windayan ji bo hefteya 868'emîn a çalakiya "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" careke din li ber Abîdeya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyolu ya navçeya Rezan a Amedê kom bûn. Di çalakiyê de ku wêneyên windayan hatin hilgirtin, li aqûbeta hevjînên hev Zozan û Orhan Eren hat pirsîn.
Ewilî Hevberdevkê Komîsyona Windayan Firat Akdenîz, axivî. Akdenîz di şexsê Ceylan Onkolê de hemû zarokên ku jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî. Parlamenterê CHP'ê yê Amedê Sezgîn Tanrikûlû ku beşdarî çalakiyê bû, diyar kir ku ew xizmê Zozan û Orhan e, li aqûbeta wan tê pirsin. Tanrikûlû bang li dewletê kir ku der barê kuştinên kiryarnediyar de gavên berbiçav bavêje û got ku ji bo vê yekê divê qanûnên pêwîst bên çêkirin. Tanrikûlû got: "Divê dewlet pêşî ji bo xizmên windayan û Dayikên Şemiyê gavên pêwîst biavêje."
Piştre çîroka Zozan û Orhan Eren yên ku di 25'ê Îlona 1997'an de dema ku ji Amedê ber bi Pasûrê ve diçûn, di binçavan de hatin windakirina hat xwendin. Çîroka ku ji aliyê Endama Komîsyona Windayan a ÎHD'ê Berfîn Elçî ve hat xwendin wiha ye: "Zozan Eren ku li navenda tenduristiyê ya Pasûrê wekî hemşîre dixebitî, li Pasûrê bi hevjînê xwe û du keçên xwe re dijiya. Berî ku ew û hevjînê wê Orhan Eren winda bibin, Qeymeqamê Pasûrê jê re dibêje tayina xwe bibe cihekî din. Piştî hevdîtina bi qeymeqam re du polîsên li qeymeqamtiyê peywirdar ji Zozan Erenê re dibêjin 'Tu dermanan ji PKK'yiyan re dişînî, divê tu ji vir biçî' û gefan lê dixwin. Piştî demeke kurt, Zozan Eren bi tohmeta 'alîkariya rêxistinê' sirgûnî Nexweşxaneya Zayînê ya Amedê tê kirin. Zozan Eren ku tayinî Amedê hat kirin, zarokên wê li cem dêya wê Oembe Toprakê ya li Pasûrê dimînin. Di 24'ê Îlona 1997'an de, Zozan Eren telefonî dêya xwe dike û dibêje sibê ew û hevjînê xwe Orhan dê werin Pasûrê zarokan bibin Amedê.
Dema ku keç û zavayê wê roja din, ango roja Înê êvarê nehatin zarokên xwe hilnedan, dayik Pembe Toprak diqilqile. Nêzîkî nîvê şevê yê heman şevê, dozgerê girtîgeha Licê ku zavayê wê Orhan lê dixebitî, telefon kir û pirsî gelo wê ji Orhan û hevjîna wî agahiyek bihîstiye yan na. Dayik Toprak dibêje ku wê ji keça xwe an zavayê xwe tiştek nebihîstiye û fikarên xwe bi dozger re parve kir. Nêzîkî du saetan şûnde, hevkarê Orhan telefon kir û got ku otomobîla Orhan 50 metre dûrî Qereqola Polîsan a Angul a Licê bi awayekî terkkirî hatiye dîtin û ji Zozan an jî Orhan tu agahî nayên girtin.
Roja din, roja Şemiyê, dayik Toprak ji bo serlêdanê diçe Qereqola Jendermeyan a Pasûrê. Ên li qereqolê dibêjin betlane ye û serlêdana wê qebûl nakin û dibêjin roja duşemê were. Roja Duşemê, Dayika Pembe Toprak bi Dozgeriya Pasûrê re têkilî datîne da ku rewşê rave bike. Dozger telefonî Qereqola Angulê dike. Ên li qereqolê dibêjin 'bûyereke revandinê çêbûye, Orhan û Zozan Eren ji aliyê milîtanên PKK'ê ve hatine revandin.'
Dozger ev agahî ji Pembe Toprak, diya wê re ragihand û şîret lê kir ku biçe Qereqola Angulê û dû re serî li Waliyê Amedê bide. Piştre, Pembe Toprak pêşî daxwaznameyek pêşkêşî Qereqola Angulê kir, lê Fermandarê Qereqolê jê re got ku ew ji aliyê çekdarên PKK'ê ve hatine revandin. Toprak ku tu encam negirt, serî li Waliyê Amedê da. Walî, li ber çavên wê, telefonî Qereqolên Jendermeyan ên Lice û Pasûrê kir û jê re got ku zarokên wê ji aliyê çekdarên PKK'ê ve hatine revandin.
Her çiqas otomobîla wan li nêzî Qereqola Angulê hatibe dîtin jî, agahiyên ku dibêjin çekdaran Zozan û Orhan Eren revandine ne tenê ne newle ne, di heman demê de delîlên berbiçav jî nînin. Digel vê yekê, ev agahî ji hêla hemû rayedarên îdarî û hiqûqî ve bi berdewamî ji malbatê re hatiye gotin. Malbat ku piştî rêyên hiqûqî yên navxweyî dixitimîn, serî li DMME'yê dide. Di 21'ê Sibata 2005'an de, DMME'yê Tirkiye bi "binpêkirina mafê jiyanê" mehkûm kir. Em ê tu carî dev ji lêgerîna li aqûbeta windayan bernedin û ji bo kiryar bên darizandin dê têkoşîna me bidome."
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
ÊLIH
Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê û malbatên windayan di hefteya 704'an a çalakiya xwe de li ber Abîdeya Mafên Mirovan a li Kolana Gulistanê kom bûn. Parêzvanên mafên mirovan, ligel nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl beşdarî çalakiyê bûn û pankarta bi nivîsa "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" hat vekirin.
Bu haftaki eylemde, 25 Eylül 1999 tarihinde Sêrt'in Misircê (Kurtalan) ilçesinde kaçırıldıktan sonra kendisinden bir daha haber alınamayan Şehmuz İnsel'in akıbeti soruldu.
Di çalakiya vê hefteyê de, li aqûbeta Şehmuz Însel ku li navçeya Misircê ya Sêrtê di 25'ê Îlona 1999'an de hat revandin û careke din agahî jê nehat girtin hat pirsîn.
Çîroka Şehmuz Însel, bi vegotina birayê wî ji aliyê Rêveber Şaxa ÎHD a Êlihê Zana Yucel Bozkurt ve hat xwendin.
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
COLEMÊRG
Colemêrg’de kayıp yakınları, eylemlerinin 194’üncü haftasında Gever (Yüksekova) ilçesindeki Sanat Sokağı’nda bir araya geldi. “Failler belli, kayıplar nerede”, “Kayıplar bulunsun failler yargılansın” pankartları ile kayıpların fotoğraflarının taşındığı eyleme, çok sayıda kişi katıldı.
Li Colemêrgê, xizmên windayan li Kolana Sanat a navçeya Geverê ji bo hefteya 194'emîn a çalakiya xwe kom bûn. Gelek kes beşdarî çalakiyê bûn û pankartên bi nivîsên "Kujer diyar in, winda li ku ne?" û "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" û wêneyên windayan hatin hilgirtin.
Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Mecît Baskin ê ku di 30'yê Îlona 1993'yan de li Altindaga Enqereyê hat binçavkirin û piştî du rojan cenazeyê wî bi awayekî îşkencekirî hat dîtin, hat pirsin.
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
ÎZMÎR
Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê li ber Sumerbanka Kevin a li Konakê çalakiya xwe li dar xistin. Di daxuyaniyê de pankartên bi nivîsên "Winda diyar in, kiryar li ku ne?" û "Winda wijdan in, xwedî li wan derkevin" hatin vekirin. Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Şeyhmûs Eroglû yê di 21'ê Îlona 1995'an de li Êlihê di serdegirtina malê de hat binçavkirin û careke din agahî jê nehat girtin hat pirsin.
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.