Bi awayekî girseyî serdana şîna bavê Demîrtaş kirin
- rojane
- 15:56 01/1/2024
Bi hezaran kesan serdana şîna ku ji bo bavê Selahattîn Demîrtaş, Tahîr Demîrtaş hate danîn kirin.
Bi hezaran kesan serdana şîna ku ji bo bavê Selahattîn Demîrtaş, Tahîr Demîrtaş hate danîn kirin.
Malbatên girtiyan li Amed, Wan, Edene, Mêrsîn û Stenbolê di roja ewil a salê de bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî” Nobeta Edaletê girtin.
Tê payîn ku nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Hakan Yalçin ê karûbarên îfadeya wî li miduriyeta polîsan bi dawî bûye, dê sibê bibin dozgeriyê.
Hate zanîn ku Selahattîn Demîrtaş ê bavê wî wefat kir dê sibê parastina xwe bidomîne.
Girtî Yasîn Yilmaz ê di Girtîgeha Tîpa L ya Panosê de tê ragirtin, anî ziman ku ji ber hin pirtûkên di serdagirtina qawîşan de hatine desteserkirin, derbarê hin girtiyan de lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Li navçeya Yuregir a Edeneyê di malekê de sobeya ceyranê qelibî û şewat derket. Di şewata derketî de, yek jê zarok, 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û zarokek jî birîndar bû.
Hat destnîşankirin ku Tirkiye bi SÎHA'yan êrişî Bajaroka Axceler a naveçya Çemçemal a Silêmaniyeyê kir.
Welatiyên li Amedê diyarkirin ku dê di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” dê têkoşîna xwe bidomînin û wiha gotin: “Birêz Ocalan Serokê gelê kurd e. Çi dikin bila bikin nikarin gelê kurd û serokê wan ji hev veqetînin. Daxwazên wan meşrû ne.”
Hevseroka Meclisa Gel a Mexmûrê, diyar kir ku divê rêveberiya nû ya piştî hilbijartinên Meclisa Giştî ya Bajêr ava bûyî statuya wargehê nas bike û ambargoyê rake.
Ji rojnameger Silêman Ehmed ku ji hêla asayîşa PDK’ê ve hatiye binçavkirin, 69 roj in tu agahî nayên girtin.
Çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyên siyasî bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî” dane destpêkirin di roja 36’an de didome.
Girtî Sûdan Guven a 3 car in cezayê wê dirêj dikin û wê serbest bernadin, bi nexweşiya pençeşêrê ket. Dayika Sûdan Guven Gulistan Guven, bang li rayedarên hikûmetê kir û got: "Keça min bidin min ez ê wê derban bikim."
Endama Şaxa OHD’ê ya Rihayê parêzer Ayşe Şehrîban Demîrel tekildarî serdana wan û girtiyên di gireva birçîbûnê de ne axivî û diyar kir ku di serdanê de girtiyan ji wan re gotiyê heta daxwazên wan neyên bicihanîn dê çalakiya wan bidome.
Parêzer Ozum Vûrgûn diyar kir ku cînayeta Ahmet Gun ê ji aliyê cerdevanan ve hate qetilkirin, weke komkujiyeke malbata Şenyaşar û Dedeogûllari ye û got: “Bi awayekî zelal Ahmet Gun bi rêbaza ‘înfazê’ hatiye qetilkirin.”
Li Wanê bi sermayê re nexweşîn jî çêbûn. Welatiyên nexweş dikevin ewil berê xwe didin etaran.