Rapora KCDP’ê ya 2023’yan: Di salekê de 315 jin hatin qetilkirin
- rojane
- 09:19 03/1/2024
Li gorî “Rapora Sala 2023’yan” a KCDP’ê; di nava salekê de herî kêm 315 jin hatin qetilkirin û 248 jinan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî “Rapora Sala 2023’yan” a KCDP’ê; di nava salekê de herî kêm 315 jin hatin qetilkirin û 248 jinan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan.
Girtiyê nexweş Mehmet Alî Ugur ku li Girtîgeha Tîpa L a Panosê tê ragirtin, diyar kir ku li girtîgehê îşkence heye û wiha got: “Xwarinê û ava germ nadin, pirtûkên me desteser dikin, ava daşirê didin me û gelek êriş tên kirin.”
Aborînas Ahmet Şahînoz ku mûçeya kêmtirîn ku bû 17 hezar TL nirxand, diyar kir ku bi vê enflasyona heyî dê mûçeya kêmtirîn di nava 4-5 mehan de bihele û got: "Karker dê di 2024'an de herî kêm 6 mehan di biniyê sînorê birçîbûnê de bixebitin."
Dayika Aştiyê Hediye Korkût ku 28 sal in ji bo aştiyê têdikoşe got: "Weke dayikeke kurd em ê li her derê vê helwesta xwe nîşan bidin. Ez ê di temenê xwe yê mayî de jî ji bo aştiyê têbikoşim."
Bi ser erdhejê re 11 meh derbas bûn lê hêj jî pirsgirêkên mexdûrên erdhejê nehatine çareserkirin. Mexdûrên erdhejê yên Meletiyê ku di şert û mercên dijwar ên zivistanê ketin sala nû, dixwazin tavilê pêdiviya wan a xaniyan bê çareserkirin.
Endama YJA-STAR’ê Selma Şavlig a li Bestayê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dabû, 5 meh şûn de cenazeyê wê radestî malbata wê hat kirin.
Nûçegihanê me Yalçin û 9 kesên pê re hatibûn binçavkirin hatin berdan û Bedirhan Akyildiz hat girtin.
Rêxistina DEM Partiyê ya Agiriyê bertek nîşanî Hîndekara Zanîngeha Îbrahîm Çeçen a Agiriyê Tuba Işik da ku ji bo Komkujiya Roboskê peyamên nîjadperest û nefretê parve kiribû.
Nobeta Edaletê ya li 6 bajaran berdewam kir û gelek kes çûn serdana çalakvanan. Çalakvanan dan zanîn ku daxwazên wan zelal in û wiha bang kirin: “Bila Abdullah Ocalan azad bibe û pirsgirêka kurd çareser bikin.”
Nameyên ku girtiyên di greva birçîbûnê li dijî tecrîdê ji bo rewşenbîr, hunermend û Meclisê re şandin hatin desteserkirin.
Rojnameger Hakan Yalçin piştî îfadeya li dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hate kirin.
Siyasetmedarê kurd Selahattîn Demîrtaş di Doza Kobanê de diyar kir ku wan ji bo gelê kurd rûmet û nasnameya xwe li ser xaka xwe bijî siyaset meşandine û wiha got: “Dewleta we û ya ku em jî hemwelatiyên wê ne, welatê me bi darê zorê dagir kir. Dewleta we, peymana fezîletdariyê xera kir.”
Serdanên ji bo şîna bavê siyasetmedarê kurd Selahattîn Demîrtaş, Tahir Demîrtaş di roja dawî de jî berdewam kirin.
Bi îdiaya ku li dijî rêveberê Hamasê yên li Tirkiyeyê amadekariyên suîqestê dikin û ji bo îstîxbarata Îsraîlê Mossadê dixebitin, 33 kes hatin binçavkirin.