ROJEVA 4'Ê ÇILEYA 2024'AN
- rojane
- 09:00 04/1/2024
DEM Partiyê di civîna xwe ya Lijneya Rêveber a Navendî de biryar da ku pêşhilbijartinên ji bo diyarkirina namzetên hilbijartina xwecihî ya 31'ê Adarê di 13-14'ê Çileyê de bên lidarxistin.
Înîsiyatîfa Gel a Qamişloyê soza berfirehkirina berxwedan û têkoşînê ya li dijî êrişên Tirkiyeyê dubare kir û bêdengiya rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên navneteweyî şermezar kir.
Zaroka bi navê S.A. ku ji 7 saliyê ve ji hêla cerdevanan ve bi awayeke sîstematîk rastî destirêjiyê hat û neçarî fihûşê hatibû kirin. Piştî ku biryara dozê ji hêla Dadgeha Îstînafê ve hate betalkirin, doz dîsa dest pê kir. Cerdevan û parêzerên wan di dozê de gotin ku temenê mexdûrê mezin bû û hewl dan destdirêjiyê rewa bikin.
Dayikên Aştiyê yên ku li 5 bajaran bi daxwaza "Ji Abdullah Ocalan re azadî" tev li Nobetên Edaletê bûn ev peyam parve kirin: "Em azadiyê dixwazin, heya tecrîda li ser Rêberê me û zarokên me tê rakirin, dê çalakyên me bidomîn."
Siyasetmedar Selahattîn Demîrtaş diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd divê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di dewrê de be û wiha got: “Nabe ku ev welêt li ser yekperestiyê bê birêvebirin. Xweseriya Demokratîk, ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd a sedsalî sozek e.”
Navenda Lêkolînên Sosyo Polîtîk daxuyand ku di sala 2023’yan de li dijî kurd, elewî û penaberan herî kêm 208 êrişên nijadperest û cihêkariyê hatin kirin.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ji bo şîna bavê xwe peyamek şand û spasiya her kesên tev li şînê bûne kir.
Li dijî baregeha leşkerî ya DYA’yê ya li nêzî Hesekê êriş hate kirin.
Serokê AKP’î yê Şaredariya Akdenîzê Mûstafa Gultak 14 neguhêzbarên şaredariyê ku bihayê wan 72 milyon in, bi îdiaya deynên şaredariyê, dewrî SGK’ê kir. Endamê Meclisa Şaredariya Akdenîzê yê DEM Partiyê Ozgur Çaglar bertek nîşanî vê yekê da û got: “Neguhêzbarên şaredariyê wekî malê talanê tên belavkirin.”
Di sala 2023’yan de li Îranê herî kêm 48 kolber hatin qetilkirin.
Hevşaredarê Şaredariya Silopyayê Suleyman Şavlûk ku serdana Nobeta Edaletê wiha got: "Divê her kes xwedî li kampanyaya 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' derkeve."
Parêzer Huseyîn Tul ku parêzeriya kesên di dema qedexeya derketina derve ya Cizîrê de hatine qetilkirin dinêre, diyar kir ku dê dosyaya 13 kesên hatine qetilkirin û AYM’ê ji bo wan “mafê jiyanê nehatiye binpêkirin” dabû bibin DMME’yê.
Ji rojnameger Silêman Ehmed ku ji hêla asayîşa PDK’ê ve hatiye binçavkirin, 71 roj in tu agahî nayên girtin.
Çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyên siyasî bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî” dane destpêkirin di roja 38’an de didome.