74 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
- rojane
- 09:21 06/1/2024
Ji rojnameger Silêman Ehmed ku ji hêla asayîşa PDK’ê ve hatiye binçavkirin, 74 roj in tu agahî nayên girtin.
Ji rojnameger Silêman Ehmed ku ji hêla asayîşa PDK’ê ve hatiye binçavkirin, 74 roj in tu agahî nayên girtin.
Çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyên siyasî bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî” dane destpêkirin di roja 41’an de didome.
Hevseroka Giştî ya DAD'ê Kadriye Doganê diyar kir ku desthilat bi ferzkirina îslama sunnî re hewl dide nifşekî nû yê mirovan biafirîne û ji bo hemwelatîbûyîneke wekhev îşaret bi têkoşîneke xurt kir.
Azad Mîmkara ku demek berê ji girtîgehê derket û li wir di greva birçîbûnê de bû, anî ziman ku girtiyên siyasî berxwedaneke mezin nîşan didin û got ku divê her kes dengê girtiyan ragihîne û vê berxwedanê li derve mezin bike.
Xizmên girtiyan ên di Nobeda Edaletê ya ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat destpêkirin de axivîn, gotin: "Heta ku birêz Abdullah Ocalan azad nebe Tirkiye azad nabe."
Rojnamevan Hakan Yalçin ê 4 rojan di bin çavan de ma û hate berdan, destnîşan kir ku bi operasyonên tên kirin rojnamegerî tê hedefgirtin û got: “Em ê rojnamegeriyê bidomînin.”
Hevseroka DEM Partiyê yê Samandagiyê Nîlya Çekîç û birê wê Sînan Çekîç hatin binçavkirin.
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan ên ku çûn serdana siyasetmedarên kurd ên li Edîrne û Kandirayê girtî gotin: “Me der barê stratejiyên xwe yên li ser pirsgirêka kurd, grevên birçîbûnê û hilbijartinên xwecihî de danûstendin kir."
Li Mêrdînê û navçeyên wê baran bênavber dibare. Li navçeya Qoserê ji ber baran şid lehî rabû.
ÎHD’ê li gelek bajaran Nobeta Edaletê li dar xist û got: “Ji bo aştiyê dev ji necezakirinê berdin.”
Gelek kesên ku tev li Nobeta Edaletê ya bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî” tê domandin bûn, tevahiya rojê bi malbatên girtiyan re nobet girtin.
Komeke nîjadperest ku pirsa “Tu kurdî?” ji karkerê kurd Levent Guner kir û êriş pêk anî. Guner, da zanîn ku ji karê febrîqeyê hatine avêtin û polîsan îfadeyên wan li girtekê nenivîsandine.
Malbata Gulistan Dokû ya hate Dêrsimê ev bang kir: “Gulistan 4 sal in di nava tarîtiyê de ye, bila ev tarîtî bi dawî bibe.”
Ji bo ku hemû kesên di erdhejên navenda wan Mereşê de bûne sedema mirina welatiyan bên darizandin, li gelek bajaran li pêşiya edliyeyan “Nobeta Edaletê” hatin girtin û daxuyanî hatin dayîn.