Li Colemêrgê taxek hat dorpêçkirin, derî û paceyên malan hatin şikandin
- rojane
- 19:04 06/1/2024
Polîsan bi ser taxa Baglar a li navenda Colemêrgê de girt. Di dema avêtina ser malan de polîsan derî û paceyên malan şikandin.
Polîsan bi ser taxa Baglar a li navenda Colemêrgê de girt. Di dema avêtina ser malan de polîsan derî û paceyên malan şikandin.
Girtî Ahmet Topkaya yê li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê di çalakiya greva birçîbûnê de ye diyar kir ku Abdullah Ocalan li Îmraliyê li ber xwe dide û wiha got: “Di vê noxteyê de peywîra dikeve berê me ew e ku xwedî li wê berxwedanê were derketin û mezinkirin.
Di Nobetên Edaletê de careke din daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî” hate berzkirin. Dayikên Aştiyê di çalakiyên nobetê de bi skeça xwe ya “Dadger-Girtî” henekên xwe bi pergala darazê kirin.
Parazvanên mafên mirovan ên li Stenbol, Enqere û Îzmîrê derketin kolanan, ji bo girtiyên nexweş bên berdan bang li rayedaran kirin.
Rêveberên Komeleyên Demokratîk ên Elewiyan têkildarî êrişa nijadperest a li dijî xwendevanê kurd ê elewî hatiye kirin pirsîn: “Ma we serî li rêya girtina bûyerê da.”
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan, tev li merasîma bîranînê ya li ser gora siyasetmedarê kurd Mûrat Bozlak hate lidarxistin bû.
ÎHD û xizmên windayan faîlên Abdullah Duşkun ê di sala 1994’an de li Cizîrê, Mehmet Zekî Yilmaz ê li Colemergê hatiye qetilkirin û aqûbeta Îsa Soysal ê di sala 1988’an li Silopyayê hatiye windakirin, pirsîn.
Dayikên Şemiyê yên cara 980’emîn derketin Qada Galatasarayê, aqûbeta Komkujiya Basayê ya 11 kesên beriya 28 sal berê di nava mînîbusê de hatin gulebarankirin û şewitandin pirsîn. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Çend sal derbas bibin bila derbas bibin, em ê ji bo 11 mirovên me yên hatine qetilkirin û hemû windakiriyên xwe dest ji edaletê bernedin.”
Ajokarê mînîbûsê Serkan Aslan ê di encama gulebarana bêserûber a li semta Ofîsê de bi giranî birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da. Ajokarên otobus û mînîbûsan kontek girtin û tev li merasîma cenazeyê Aslan bûn.
Komek rojnamevan, hîndekar, aktîvîst û parêzerên kurd ji bo serbestberdana edîtorê Rojnewsê Silêman Ehmed ê ku 74 roj in ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin û agahî jê nayê girtin, daxuyaniyek dan û bang kirin ku Ehmed demildest bê berdan.
Endezyarê Bilind ê Jeofizîkê Prof. Dr. Ahmet Ercan, anî ziman ku ew jî di nav de çar zanyarên erdhejê li bendê ne ku li Colemêrgê bi pileya 7’an erdhejek çêbibe.
Li Kerkûkê piştî hilbijartinên derbasbûyî Artêşa Iraqê hinek malbatên kurd bi darê zorê ji xaniyên wan derxistin li şûna wan malbatên ereb xistin xaniyan. Rojnamevan Birwa Assad destnîşan kir ku dixwazin li Kerkûkê rêveberiyeke bêyî kurd ava bikin û anî ziman ku PDK jî tev li van polîtîkayên dijî kurdan dibe.
Rêveberê DBP’ê yê berê û kedkarê partiyê Abdulkerim Ozbek jiyana xwe ji dest da.
Tevî ku 30 sal cezayê hefsê yê li girtiyê nexweş Fîkrat Guzelaydin (69) ê li Girtîgeha Panosê tê ragirtin hatiye birîn xelas bûye jî ji ber pirtûkên di serdegirtina qawişê de hatine desteserkirin nayê berdan.
Daîreya 3’yêmîn a Dadgeha Bilind a Cezayê ji ber dirûşmeye “Ocalan” berz kiriye cezayê Tahîr Tûgrûl ê bi îdiaya “propaganda rêxistinê” hatiye birîn, derveyî hiqûqê dît û xera kir.