Hat zanîn ku midûrê zabiteyan Mahmût Kavalci zextê li xebatkarên Şaredariya Êlihê yên endamên DÎSK GENEL-ÎŞ’ê dike ku sendîkeya xwe biguherînin.
Li Wanê ku berê ji ber zivistanên dijwar daxwaza êzing û komirê pir zêde bû, ji 14 esnafên bazara komir û êzingan 8 esnaf dikanên xwe girtine.
Li Mêrdînê, çinîna tirî dereng dest pê kir. Li gel vê, îsal randiman jî kêm bû. Gundiyên ku ji mecbûrî li dijî hilberîna endustriyî têdikoşin, li benda alîkariyê ne.
Endamên Koma Amedê ku piştî 30 salan dê li Amedê konserê bidin, li balafirgehê bi stranan hatin pêşwazîkirin.
Li navçeya Kerboranê belgefîlma “Dargeçît (Kerboran)” hate pêşandan. Xizmên windakiriyan ên tev li pêşandana belgefîlmê bûn, diyar kirin ku ew ê hestiyên ji bîran hatine derxistin ji bîr nekin.
Nûnerên wêjeya Kurdî yên ku li Fûara Pirtûkan a Amedê bi xwendevanên xwe re hatin cem hev, diyar kirin ku ew hewl didin pêşî li asîmîlasyonê bigirin û gotin: "Divê weşangeriya Kurdî li dijî asîmîlasyonê bi awayekî xurttir bê piştgirîkirin."