ROJEVA 24'Ê COTMEHA 2025'AN

  • rojane
  • 09:00 24 Cotmeh 2025
  • |
img

* Abdullah Ocalan entegrasyona demokratîk wekî têgeheke sereke di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de dibîne. Abdullah Ocalan, destnîşan dike ku entegrasyon tenê bi rêya demokratîkbûna komarê û naskirina civakê ji aliyê dewletê ve dikare pêk bê.

 
* Endamê Komîsyona Kedê ya DEM Partiyê ya Stenbolê Sefa Ozturk diyar kir ku MASAK'ê barê şêwirmendên darayî giran kiriye û dewlet karên xwe yên mîna taşeroniyê li şêwirmendên darayî bar kiriye û xwest ku di vî warî de rêziknameyeke qanûnî ya nû bê çêkirin.
 
* DEM Partî, EHP, EMEP, SMF, TÎP û TOP dê di 25'ê Cotmehê de li Stenbolê bi dirûşma "Ji bo ked, aştî, edalet û azadiyê em bi hev re têbikoşin" mitîngekê li dar bixin. Nûnerên partiyên siyasî her kes vexwendin mitînga ji bo aştî, demokrasî, laîkbûn, mafê jiyanê û meaşeke ku mirov karibe pê debara xwe bike. 
 
* Rewşa rojnameger Huseyîn Aykol ku xwîn çûbû ser mejiyê wî û di beşa çavdêriya awarte de tê tedawîkirin dê were şopandin. 
 
* Li avahiya KESK'ê ya Wanê dê têkildarî girtîgehan bi beşdariya Veysî Aktaş û Çetîn Arkaş ku 31 salan di girtîgehê de mabûn, panelek bê lidarxistin. (10.00)
 
* 9'emîn Fuara Pirtûkan a Amedê dê di roja 7'an de bidome. (10.00-19.00)
 
* Civîna MYK'a DEM Partiyê ya li navenda giştî dê di roja 2'yan de bidome. (11.00)
 
* Şaxa ÎHD'a Dêrsimê dê têkildarî bendên kontrolê û sepanên venêrînê yên zêde yên li bajar dê li pêşiya benda kontrolê ya li Kemerbelê daxuyaniyê bide. (12.00)