Raporên lêkolînê yên ji Îmraliyê re hatin şandin hatin îadekirin

img

AMED - Raporên lêkolînên qadê yên dawî yên ji aliyê SAMER'ê ve ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hatin şandin, hatin îadekirin. 

 
Koordînatora Navenda Lêkolînên Qadê ya SAMER'ê Yuksel Genç, rapora lêkolînên dawî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê di Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Îmraliyê de, şandin. Rapora lêkolînê ku bi kargoya biteahud hat şandin, ji aliyê îdareya Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê ve nehat qebûlkirin. Kargo, bi nîşeya "Ji aliyê saziyê ve nehat qebûlkirin" hat îadekirin.