AMED - Serokê Giştî yê EMEP'ê Seyît Aslan li Amedê bi çapemeniyê re civiya û bang li komîsyonê kir ku demildest hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bike.
Partiya Kedê (EMEP) li Komeleya Rojnamevanên Başûrê Rojhilatê (GGC) bi çapemeniyê re civiya. Serokê Giştî yê EMEP'ê Seyit Aslan û gelek rojnamevan beşdarî civînê bûn. Di civînê de danezana "Banga ji bo yekîtî û têkoşîna ji bo ked, aştî û azadiyê li dijî rejîma emperyal" hat ragihandin.
Serokê Giştî yê EMEP'ê Seyit Aslan ku li vir axivî, diyar kir ku şert û mercên jiyanê her ku diçe dijwartir dibin û got: "Tirkiye di bin rejîma Qesrê de gav bi gav ber bi pêşerojeke tarî ve tê kaşkirin. Polîtîkayên navxweyî û derveyî yên ku ji hêla vê desthilata yekkesî ve tên meşandin, digel bernameya aborî ya ku ew pêk tîne, şert û mercên jiyanê ji bo hemû beşên civakê, nemaze ji bo çîna karker, her ku diçe dijwartir dike. Ji bo tepeserkirina her têkoşînek ji bo mafên aborî û siyasî û jiholêrakirina hêzên muxalefetê, ew heta destûr û qanûnên xwe jî paşguh dike. Di şert û mercên heyî de, Tirkiye di xaleke werçerxê de ye, di xaçerêyekê de ye. An welat dê di bin serweriya tarî ya çewisandin û zordariyê de bikeve nav tariya rejîmeke faşîst; an jî girseyên tên çewisandin û bindest dê bi hev re li ber xwe bidin û vê êrişê paşve bixin û rê li ber serweriya gel vekin."
'DIVÊ KOMÎSYON BIÇE ÎMRALIYÊ'
Aslan, di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku israra dewletê ya neavêtina gavan zirarê dide pêvajoyê û got: "Ji dema ku Bahçelî li meclisê bi destê parlamenterên DEM Partiyê girt, me şahidiya biryarên pir girîng ên ku ji hêla tevgera siyasî ya Kurd ve hatine dayîn kir. Tevgera siyasî ya Kurd û rêbertiya wê ji aliyê xwe ve gavên pir girîng avêtine. Lêbelê, desthilat, ji avêtina gavan dûr ketiye, hîn hişktir bûye. Hîn jî siyasetmedarên ku di girtîgehê de rehîn in hene. Hewl didin ku destkeftiyên gelê Kurd li Sûriyeyê ji dest wan bigirin. Ew hewl didin ku meqamên ku ji bo aştî û demokrasiyê têdikoşin bi dest xistine ji dest wan bigirin. Divê girtiyên siyasî tavilê werin berdan. Divê şert û mercên Abdullah Ocalan werin baştirkirin. Divê komîsyon demildest bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike. Divê neteweya Kurd li ser bingeha gelên wekhev were naskirin."
