MYK’a DEM Partiyê civiya
- polîtîka
- 10:36 12/5
MYK’a DEM Partiyê ji bo nirxandina geşedanên siyasî yên dawî dê civiya.
MYK’a DEM Partiyê ji bo nirxandina geşedanên siyasî yên dawî dê civiya.
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan diyar kir ku mijara sûîqesta li dijî Sirri Sureyya Onder bi awayekî cidî tê şopandin. Ayşegul Doganê destnîşannkir ku di demekî nêz de PKK dê ragihîne ku kongreya xwe li dar xistiye û got: “Em vbi cidiyeke mezin li benda vê gava dîrokî û vê biryara dîrokî ne.”
Serokê Meclisê yê berê Bulent Arinç ji bo şîna Sirri Sureyya Onder çû serdana DEM Partiyê û têkildarî îdiayên der heqê Onder de wiha got: “Divê dewlet kesên di vê pêvajoyê de cih digirin, baş biparêze.”
Serokkomar Tayyîp Erdogan têkildarî pêvajoyê axivî û got: “PKK dê çekan deyne, piştre dê pêvajoyeke nû, serdemeke nû ji bo me tevan dest pê bike. Pêvajoya li pêşiya me dê hêsan nebe.”
Wekîlê CHP'ê Sezgîn Tanrikulu têkildarî wefeta Sirri Sureyya Onder axivî û anî ziman ku divê rola avaker a Onder bê parastin.
Şandeya DBP û DEM Partiyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çû serdana MSD’ê.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari pirsên rojnamegeran bersivand û got ku ji bo pêvajo di demeke kin de bi ser keve divê îktîdar lez bide hewldanan.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku divê mafên ragihandin û xebatê yên azad ên Abdullah Ocalan bên dayin û got: “Em bang li îktîdarê dikin ku guh bide banga aştiyê ya gel û ji bo çareseriyê îradeyeke şênber û pêbawer raber bike.”
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît got ku ji bo pêvajo pêş bikeve divê dewlet gavan biavêje û got: “Daxwaza me ya sereke, azadiya fîzîkî ya Ocalan e.”
Şaxa ÎHD’a Stenbolê rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên mafan ên li 17 girtîgehan aşkera kir û da zanîn ku li van girtîgehan di nava 3 mehan de hezar û 249 caran mafên girtiyan hatine binpêkirin ku ji van binpêkirinan zêdetirî 500’an îşkence û miameleya xerab in.
Wekîla DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît diyar kir ku rewşa girtiyên nexweş encama neçareserkirina pirsgirêka Kurd e û got: “Her gava di hêla hiqûqî, demokrasî û wijdanê de tê avêtin, hêviya ji bo aştiya civakî mezin dike.”
MYK’a DEM Partiyê bi rojeva hevdîtina bi Abdullah Ocalan re, rewşa tenduristiyê ya Sirri Sureyya Onder û 1’ê Gulanê civiya.
Parlamentera DEM Partiyê Dîlan Kunt Ayan, lêgerîna tazî ya li xizmên girtiyan ên çûn serdana Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa T a Rihayê, ji Wezareta Dadê pirs kir.
Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel têkildarî pirsgirêka Kurd axivî û got: “Werin Meclisê, bînin Meclisê û Meclisê bidin xebitandin.”
DTP, BDP, HDP, CHP û MHP 23 sal in ji bo Newroz weke roja betlaneya fermî were ragihandin pêşnûme dan Meclisê lê AKP’ê tu caran negirt rojeva xwe. AKP’ê, piştî banga Erdogan bi vê boneyê pêşniyarqanûn da Meclisê.