Bekaroglû: Partiyeke ku namzedê desthilatdariyê divê hin rîskan bigire

STENBOL - Siyasetmedar Mehmet Bekaroglû biryara CHP'ê ya Îmraliyê rexne kir û got: "Partiyeke ku namzedê desthilatdariyê ye, divê hin rîskan bigire. Tenê wê demê çareserî ji bo vê pirsgirêka sedsalî gengaz dibe."

 
Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya ku li Meclisê hat avakirin, biryareke dîrokî da ku li Girava Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike. Di nav şandeya Komîsyona Meclisê de Parlamentera DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyigit, Cîgirê Serokê Giştî yê MHP'ê Fetî Yildiz û Cîgirê Serokê Giştî yê AKP'ê Huseyin Yayman hebûn. Lê ji CHP û Koma Yeni Yolê de endam di şandeyê de tunebûn. Helwesta CHP'ê bi rexneyên giran re rû bi rû ma. 
 
Parlamenterê berê yê CHP'ê Mehmet Bekaroglû rexne li biryara CHP'ê girt û diyar kir ku ev biryar bi kêrî AKP'ê hatiye. 
 
Bekaroglû diyar kir ku ew biryara CHP'ê ya ji beşdarnebûna komîsyona ku çû Îmrlaiyê rast nabîne û got: "Ji bo Mecliske ku nûnertiya beşeke fireh a civakê dike û tevkariya hemû partiyên Meclisê li vê pêvajoyê bibin, pir girîng e. Partiya Komarê ya Gel (CHP) ne tenê partiya muxalefeta sereke ye, di heman demê de ji ber mîsyonên xwe yên dîrokî ku em dibêjin 'ji ber ku em partiya damezrîner û rizgarker in.' Ji ber vê yekê, xuya dike ku partiyeke wisa nikare bi hêsanî dev ji adeta xwe ya 'Dewlet, di heman demê de CHP ye' berde. CHP hîn jî wan nîşanan hildigire."
 
'DIVIYABÛ BIÇÛYA'
 
Bekaroglû destnîşan kir ku ne tiştekî rast e ku partiyeke wisa li derî pêvajoyeke wiha be. Bekaroglû got: "Axirê, PKK rêxistinek e ku ji bo bidestxistina armancên xwe çekan bi kar tîne. Ocalan serokê rêxistinê ye. Ji ber vê yekê, rastiyeke bingehîn heye ku di demên berê de gelek bûyerên neyînî qewımine. CHP ji ber vê yekê gelek êş kişandiye û rastî zextek giran hatiye. Deng girîngtir in, an pêşeroja Tirkiyeyê, an tenduristiya mirovan? Ev nîqaşên cuda ne. Bê guman, tiştê girîng ne wergirtina gelek dengan e, lê partiya siyasî van fikaran dijî û ji ber vê yekê, tirsa windakirina dengdêran ji bo partiyên din dijî. Ji ber vê yekê, ew hinekî bi temkîn tevdigere. Ew dibêjin, "Em naçin, lê em ê tu carî ji beşdarbûna di xebata komîsyonê û pêvajoyê de paşde gav neavêjin.' Lê çûna w wê rasttir bûya. Partiyeke ku namzedê desthilatdariyê ye, divê hin rîskan bigire."
 
Bekaroglû diyar kir ku vê helwesta CHP'ê li bara Kurdan bûye cihê şikestinekê û got: "Hin hevpeymanî û danûstandinên di navbera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û CHP'ê de alîkarî kiribûn ku CHP têkiliyeke germ bi dengdêrên DEM'ê re ava bike. Lêbelê, tevgera wê ya bi vî rengî, Partiya Komarê ya Gel dengdêrên Kurd hinekî aciz kiriye. Lê ya girîngtir, daxuyaniyên endamên DEM'ê jî CHP'ê diêşînin. Ez vê pir baş nabînim. CHP, dê ji heq vê krîzê derkeve û dê tevkariyê li vê pêvajoyê bike û bi berpirsiyarî tevbigere." 
 
ÇIMA CHP LI DIJÎ HEVDÎTINÊ DERKET?
 
Bekaroglû wiha axivî: "Min bi eşkereyî li ser medyaya civakî, hem ji berpirsên partîyê re got û hem jî li ser medyaya civakî ev parast: 'Hûn her tiştî bi dengan dipîvin. Partiyek heye ku piraniya dengên Kurdan digire, li Amedê li dora ji sedî 60 e û potansiyeleke dengdanê ya girîng li seranserê welêt heye. Abdullah Ocalan ji hêla beşeke mezin a dengdêrên Kurd ve tê piştgirîkirin û piraniya wan wî wekî serok dibînin.' Ango, CHP ji ber sedemên hestyarî an jî zexta derdora xwe, neçû. Wan şaşî kir û mirovên aqilmend dizanin û dibêjin ku ew şaş bû û ji ber vê yekê ew neçûn. Lê gelek anket hatin kirin û encam nîşan dan ku dengek ji sedî 70 zêdetir gotiye divê neçe. Ev hatin nîqaşkirin, gengeşekirin û biryar li gorî vê yekê hat dayîn."
 
'BI KÊRÎ AKP'Ê HAT'
 
Bekaroglû destnîşan kir ku biryara CHP'ê ya neçûna Îmraliyê bi kêrî CHP'ê nehatiye bes bi kêrî AKP'ê hatiye û got: "Erdogan û AKP' dê pêşerojê vê yekê bi kar bînin. Lewma CHP'ê di vî warî de şaşî kir û biryara wê ne rast bû. Neçûna Îmrlaiyê, bi kêrî CHP'ê nayê. Ger ez mekanîzmaya biryardayînê bûma, min ê biryareke wiha nedana. Lê biryara çûnê jî dê pirsgirêkên mezin daniya ber rêveberên CHP'ê. Nikaribûn vê bikin. Lê bi ya min diviyabû bikirana. Ger CHP biçûya dê pir baş bûya."
 
Bekaroglû hevdîtina bi Abdullah Ocalan re jî nirxandin û got: "Li Tirkiyeyê demokratîkbûyîn bivênevê ye. Ji bo demokratîkbûyînê jî axaftin divê. Berê jî têkildarî vê hatibû xwestin hin gav bên avêtin. Lê gava ev mesele dihat nîqaşkirin hin îtiraz çêdibûn. Wê demê jî em ji mirovên wekî min difikirtin re dibêjin ku hûn mafdar in çek asyengiyeke mezin e. Astengiya herî mezin a li pêşiya demokratîkbûyînê ye, pirsgirêk çek e."
 
Bekaroglû destnîşan kir ku di meseleyeke wiha girîng de axaftin pir girîng e. 
 
'DIVÊ HEVDÎTIN BI GEL RE BÊ PARVEKIRIN'
 
Bekaroglû bilêv kir ku divê pêvajo bi awayekî zelal bê meşandin û got: "Lewma divê hevdîtina bi Abdullah Ocalan re hatiye kirin bi gel û civakê re bê parvekirin." Bekaroglû destnîşan kir ku di pêvajoyên aştiyê û pêvajoyên dawî li pevçûnan tînin rêgeza zelaliyê pir girîng e. 
 
'PÊŞNIYAZÊN OCALAN PIR RAST IN'
 
Bekaroglû ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û demokratîkbûyînê jî bilêv kir ku ji bo demokratîkbûyînê divê destûra bingehîn bê guherandin û got: "Divê pêşîniyên di destûra bingehîn de bên guherandin. Ocalan ji bo van mijaran tiştên pir bimanqit dibêje. Pêşniyazên wî yên pir rast û maqûl hene." 
 
Bekaroglû ji bo PKK'yiyên ku çekdanîna jî anî ziman ku divê wekî mirovên din ên civakê ji bo wan jî hin sererastkirinên qanûnî bên kirin. 
 
Bekaroglû di dawiya nirxandina xwe de detsnîşan kir ku çareserkirina pirsgirêka Kurd tenê ne ji bo Tirk û Kurdan ji bo tevahiya erdnîgariyê girîng e û bal kişand ser axaftina Mazlûm Ebdî ku li Dihokê gotibû "Dest ji me berdin, em bi hev re li herêmê biratiyê ava bikin." Bekaroglû bilêv kir ku aştiya li vir dê tevkariyeke mezin li herêmê bike û got ku ji bo vê ji destê kê çi tê divê bike. 
 
MA / Esra Solîn Dal