ENQERE - Hewldana Edalet ji bo Roboskî, destnîşan kir ku qetlîamên Roboskî, Pirsûs, Gar û cînayeta Tahîr Elçî sûcên li dijî mirovahiyê ne, divê di van dozan de demborî bê rakirin û Qanûna Heqîqet û Edaletê bê derxistin.
Hewldana Edalet ji bo Roboskî ya ku ji bo qetlîama di 28’ê Kanûna 2011’an de li gundê Roboskî yê navçeya Qileban a Şirnexê bê ronîkîrin û berpirsiyar bên darizandin hatibû avakirin, di çalakiya xwe ya meha 167’an de li Kolana Sakarya ya Enqereyê civiya. Di çalakiyê de pankarta “Bila qatil bên dîtin, careke din Roboskî neqewime” hat hilgirtin û dirûşma “Edalet ji bo Roboskî, edalet ji bo her kesî” hat berzkirin.
Daxuyanî ji aliyê endamê damezirîner ê Hewldana Edalet ji bo Roboskî Tanju Gunduzalp ve hat xwendin. Gunduzalp, di daxuyaniyê de parêzerê dozê Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî bi munasebeat 10’emîn qetilkirinê bibîranî û ev tişt got: “Hiqûqa navneteweyî bi zelalî dibêje; ‘di sûcên li dijî mirovahiyê de dem nabuhure’. Aliyê hevpar ê doza Roboskî, Pirsûs, Gara Enqereyê û Tahîr Elçî ev e: Înkar, bêdengî û bezakirin. Heta ku ev her sê rewş bidomin mafê tu mirovekî ne ewle ye. Lewra bêcezakirin, ji bo binpêkirinên dahatûyê jî mekanîzmayek e. Doza Tahîr Elçî jî wek ya Roboskî terkî bêcezakirinê hatiye kirin. Piştî deh salan nebûna faîlan ne tenê lêpirsînê di heman demê de hemû pergalê jî îfade dike. Heta di doza Roboskî de edalet neyê misogerkirin, li vî welatî gotina aştiyê dê tenê wek propangadayek vala bimîne. Divê di sûcên li dijî mirovahiyê de demborî bê rakirin û Qanûna Heqîqet û Edaletê bê derxistin.”
Gunduzalp, diyar kir ku heta hemû qetlîam neyên ronîkrin, bi heqîqetê re hevrûbûn pêk neyê dê her 28’ê mehê de çalajiyên xwe bidomînin. Çalakî bi dirûşman ve bidawî bû.
