DEM Partiyê ji bo Komkujiya Pirsûsê pêşnûme da Meclisê

img
ENQERE - Serokwekîlên Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî ji bo lêkolînkirina Komkujiya Pirsûsê pêşnûme da Meclisê. 
 
Serokwekîlên Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî ji bo Komkujiya Pirsûsê ya di 20’ê Tîrmeha 2015’an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji hêla DAIŞ’ê ve hate kirin û 33 kesan jiyana xwe ji dest dabû ji her alî ve were lêkolînkirin, pêşnûme da Serokatiya Meclisê. Di pêşnûmeyê de hat gotin ku di komkujiyê de 33 ciwanan jiyana xwe ji dest dan û nêzî 100 ciwan jî birîndar bûne. Her wiha hat gotin ku di lêpirsîna derheqê komkujiyê de biryara nepeniyê hatiye dayîn û ev yek jî ji bo veşartina kesên komkujî pêk anîn hatiye kirin. 
 
'RIHÊN WAN HATIN BIRÎN Û HATIN BERDAN’ 
 
Bi domdarî di pêşnûmeyê de hat destnîşankirin ku dîmenên beriya komkujiyê û piştî komkujiyê sê sal û nîv piştre li dosyaya dozê hatiye zêdekirin, ji dîmenên piştî komkujiyê 5 saet jê hatine derxistin, tu dosyayê de tu agahî têkildarî xwekuj Şeyh Abdurrahman Alagoz de nînin bê ka çawa hatiye Pirsûsê, li ku ma ye û bi kê re hevdîtin kiriye. Hat diyarkirin ku midûrê emniyetê yê navçeyê û 2 polîs hatine darizandin, ji ber îxmalkirina peywira xwe hatine mehkûmkirin lê ev ceza veguherandine cezayê pereyan. Bi domdarî wiha hate gotin: “Tekane bersûcê dozê, bersûcê Komkujiya Garê Yakup Şahîn tu caran ne anîn danişînê Îmam Abdullah Omer Aslan ku piştî komkujiyê dema wêne dikişand ji hêla welatiyan ve hate girtin û radestî polîsan hate kirin, bêyî îfadeyê wî were girtin rihên wî jê hatin kirin û li qereqolê hate berdan. Qeydên hevdîtinê yên Aslan ên bi DAIŞ’iyan re derketin holê lê ji bo dosyayê biryara neşopandinê hate dayîn. Derket holê ku navê Abdurrahman Alagoz ê êrişa xwekuj pêk anî bi saetan beriya komkujiyê û roja piştî komkujiyê li ser bernameyên agahiyan ên Emniyetê yên DEVA û ÎRÎS’ê hatine lêpirsîn.”
 
Di pêşnûmeyê de hat gotin ku ji ber komkujiyê 34 caran cezayê muebbeta giran li Yakup Şahîn hatiye birîn. Pêşnûme, wiha domiya: “Ji bersûcên Komkujiya Garê Kasim Guler li dadgehê got ku komkujî ji hêla dewletê ve hatiye kirin. Şahid Azzo Sıleyman El Aggal jî got ku di sala 2012’an de birîndar bûye, bi ambulansekê Tirkiyeyê anîne Nexweşxaneya Dewletê ya Kaniya Xezalan a Rihayê û bi endamên îstîxbaratê re hevdîtin kiriye. Weke ku tê zanîn Îlhamî Bali di 25’ê tîrmeha 2016’an de li Nexweşxaneya Dewletê ya Konyayê hate tedawîkirin û dema bi bultena sor lêgerîna wî hebû, li hotêleke pêncstêrk a Enqereyê bi rayedarên dewletê re hevdîtin dikir. Em dixwazin komkujî ji her alî ve were lêkolînkirin.”