Îfadeya li dozgeriyê ya Tûncay Sonel 6 saet in didome
Îfadeya li dozgeriyê ya waliyê berê yê Dêrsimê Tûncay Sonel ku di çarçoveya lêpirsîna Gulistan Dokûyê de hatibû binçavkirin, nêzîkî 6 saet in didome.
- 16:28
Di civîna ekolojiyê de banga ji bo mitînga 24’ê Nîsanê
Platforma Ekolojiyê ya Gimgimê, di civîna “Jin ji bo xweza, bawerî û nasnameuya xwe dicivin” de ji bo tevlibûna mitînga 24’ê Nîsanê bang kir.
- 16:27
Bi çekê êrişî mala Şaredarê Serîkê hat kirin
Bi çekê êrişî mala Şaredarê Serikê Kadîr Kûmbûl ku ji CHPê îstifa kiribû û tevlî AKP'ê bûbû, hat kirin.
- 16:22
NY: Di salekê de 7 hezar û 900 penaber jiyana xwe ji dest dane an jî winda bûne
NY'yê ragihand ku di sala 2025'an de 7 hezar û 900 penaber li ser rêyên koçberiyê jiyana xwe ji dest dane an jî winda bûne.
- 16:22
Li Agiriyê çalakî ji bo Gulistan Dokûyê: Bila hemû berpirs bên darizandin
Li Agiriyê, ku der barê Gulistan Dokûyê de daxuyanî hat dayîn, wiha hat gotin: "Divê her kesê berpirsyar demildest bên darizandin."
- 16:05
Ji bo çareseriyeke mayinde ya rêya Colemêrg-Wanê bang hate kirin
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Colemêrge, ji bo vekirina rêyên ji ber hezaz û lehiyan hatine girtin bên vekirin bang kir û got: “Li şûna çareseriyên mayinde, divê demildest rêyên alternatîf bên çêkirin.”
- 16:04
Li Farqînê cihên ji ber lehiyê zirar dîtin hatin ziyaretkirin
Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin ê Amed Dogan Hatûn, li Farqînê cihên ku ji ber lehiyê bandor bûn, kontrol kir.
- 15:53
Li ser rêya Amed-Çewligê qeza çêbû: Kesek mir, 5 kes birîndar bûn
Li ser rêya Amed-Çewligê qeza çêbû û di qezayê de jinekê jiyana xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn.
- 15:50
ÎHD’ê têkildarî girtiyên di greva birçîbûnê de daxuyanî da
ÎHD’ê ji bo girtina girtîgehên bi ewlekariya bilind û balê bikişîne ser girtiyên di greva birçîbûnê de daxuyanî da û xwest daxwazên girtiyan bên qebûlkirin.
- 15:48
Rapora 3 mehan a girtîgehên Herêma Marmarayê: Hezar û 602 binpêkirinên mafan
Şaxa ÎHD a Stenbolê, rapora xwe ya sê mehan a li ser binpêkirinên mafên mirovan li girtîgehên Herêma Marmarayê eşkere kir. ÎHD'ê diyar kir ku hezar û 602 binpêkirin hatine tespîtkirin û banga çareseriyeke lezgîn kir.
- 15:01
Melayê ku dest dirêjî zarokekê kir serbest hat berdan
Mela Mehmet Latîf Yeprem ku li Pasûrê ji ber êrişa sîstematîk a zayendî li zarokekê hatibû binçavkirin, serbest hat berdan.
- 14:36
Li Amedê pêşangeha çandinî û sewalvaniyê dest pê kir
Serokê DTSO'yê Mehmet Kaya di vekirina 17'emîn Pêşangeha Çandinî, Sewalvanî, Mirîşkvanî û Pîşesaziya Şîr a Mezopotamyayê de axivî û got: "Amed di çandiniyê de xwedî potansiyeleke xurt e."
- 14:32
Refîk Sunkur piştî 31 salan li warê xwe Amedê hat pêşwazîkirin
Refîk Sunkur ku piştî 31 salan hate berdan, li warê xwe Amedê bi girseyî hate pêşwazîkirin.
- 14:20
Li ser rêya Colemêrg-Wanê qeza çêbû
Li ser rêya Colemêrg-Wanê qezaya trafîkê çêbû û ciwanekî 18 salî jiyana xwe ji dest da.
- 14:15
Şaredarê Yuregîrê ji peywirê hate dûrxistin
Şaredarê Yuregîrê yê CHP’î Alî Demîrçali bi hinceta cezayê bi îdiaya “bertîlê” lê hatiye birîn, ji peywirê hate dûrxistin.
- 14:13
Partiyên sosyalîst dê biçin serdana Demîrtaş û girtiyên Doza Geziyê
DEM Partî, TÎP, EMEP, EHP û TOP dê biçin serdana Selahattîn Demîrtaş û girtiyên ji Doza Geziyê.
- 14:08
Îranê cezayê darvekirinê da 3 girtiyên Kurd
Rejîma Îranê bi hinceta tevli çalakiyên “Jin, jiyan, azadî” bûne, cezayê darvekirinê da 3 girtiyên Kurd.
- 14:03
Parêzeran ji Dêrsimê bang kirin: Çima ev tarîtî ewqas dirêj hat domandin?
Hiqûqnasên li ber edliyeyê bang kirin, gotin: "Çima aqûbeta jineke ciwan şeş sal in nehatiye zelalkirin û çima ev tarîtî ewqas dirêj hat domandin?"
- 13:52
Xwendekaran li Dêrsimê meş li dar xist: Gulistan li ku derê ye?
Xwendekarên Zanîngeha Munzurê, ji bo Gulistan Dokuyê li kampûsa zanîngehê meş li dar xist.
- 13:24
Wezîr Gurlek: Yekîneya nû dosyeyên kiryar nediyar ji nû ve lêkolîn dike
Wezîrê Dadê Akin Gurlek ragihand ku wan tîmek ava kiriye ku hemû doz û dosyeyên bûyerên kiryar nediyar û yên der barê wan de biryara neşopandinê hatine dayîn lêkolîn bike.
- 13:21
Xwendekarên Zanîngeha Mûnzûrê: Em vê tarîtiyê qebûl nakin
Xwendekarên Zanîngeha Mûnzûrê diyar kirin ku di tarîtiyê de hiştina lêpirsîna Gulistan Dokûyê hilbijartineke siyasî ye. Xwendekaran ragihand ku ew vê tarîtiyê qebûl nakin û gotin: "Doza Gulistan Dokûyê meseleyeke edaletê û têkoşînek polîtîk e."
- 12:59
Bakirhan: Gulistan Doku pirseke bêbersiv e
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan îşaret bi dosyeya Gulistan Dokuyê kir û got: “Gulistan ne şexsek e, pirsek e. Ev 6 sal in ev pirs ji wijdana vî welatî tê pirsîn û pirseke bêbersiv e.”
- 12:45
Li Mûşê konferansa 'komunê' hat lidarxistin
Rêveberiya Herêmî ya DEM Parti'yê bi dirûşmeya "Komun Şaredarî ye, Şaredarî Komun e" konferansek li dar xist.
- 12:39
Tabelaya kolana bi navê Walî Sonel hat rakirin
Tabelaya kolana bi navê waliyê berê yê Dêrsimê Tuncay Sonel ku di çarçoveya lêpirsîna Gulistan Dokûyê de hat girtin, hat rakirin.
- 12:30