Hevdîtinên pêşnûmeya ‘kuştina’ heywanan hatin taloqkirin

img
ENQERE - Di hevdîtinên pêşnûmeya têkildarî kuştina heywanan de 3 xal ji hêla komîsyonê ve hatin qebûlkirin. Hevdîtinên têkildarî pêşnûmeyê hatin taloqkirin. 
 
Hevdîtinên li komîsyona Meclisê yên têkildarî pêşnûmeqanûna ku qetilkirina heywanan diparêze, hatin taloqkirin. Pêşnûmeqanûna ku AKP-MHP’ê aniye komîsyonê, duh rastî muxalefeteke tund a DEM Partî û CHP’ê hat. DEM Partî û CHP’ê xwestin hevdîtin bên bidawîkirin lê AKP-MHP’iyan bi israr xwestin hevdîtin bidomin. Piştî hevdîtinên 18 saetan, 3 xalên ewil ên pêşnûmeyê bi dengên AKP-MHP’ê hatin qebûlkirin. 
 
Piştî hevdîtinên bênavber, Serokê komîsyonê Vahît Kîrîşçî hevdîtin taloqî roja duşemê kir. Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrsînê Perîhan Koca got ku wan bi berxwedana xwe civîna komîsyonê taloqî duşemê kirine û dê qanûnê jî paşve bidin kişandin. Koca, bang li her kesî kir ku xwedî li heywanan derkevin.