YRA'yê êrişa li dijî rojnamevan Mamend şermezar kir
- rojane
- 13:11 03/9
YRA'yê li ser êrişa li hemberî rojnamevan Hêmin Mamend daxuyaniyek da û got: "Divê bûyerê bê ronîkirin, kiryar û hevkarên wan bêne girtin û radestî edaletê bêne kirin."
YRA'yê li ser êrişa li hemberî rojnamevan Hêmin Mamend daxuyaniyek da û got: "Divê bûyerê bê ronîkirin, kiryar û hevkarên wan bêne girtin û radestî edaletê bêne kirin."
TAJÊ nameyek ji Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê re şand û bang lê kir ku di bin navê "entegrekirinê" de dest ji rojeva xwe ya mayindekirina koçberiyê berde û derfetên vegera şengaliyan a li cih û warên wan biafirîne.
Ciwanê ku duh bi şev li bajaroka Dêrgulê ya Şirnexê bi hinceta di lîstika futbolê de formeyê li ser Kurdistan nivîsandî li xwe kiriye hatibû binçavkirin, serbest hat berdan.
Di operasyona li hemberî şaredariyên CHP'î yên Avcilar û Beşîktaşê de, 7 kes hatin binçavkirin.
Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Vûral ê ji bo dermankirina sewqî Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê hat kirin, ragihand ku gardiyan tim lêdixin û bi mirinê gefê lê dixwin.
Çendî di ser qetilkirina Parlamenterê DEP'ê yê Mêrdînê Mehmet Sîncar re 32 sal derbas bûne jî, hê kiryar nehatine dîtin. Cîhan Sîncarê diyar kir ku hevjînê wê ji bo demokrasî, wekhevî, azadî û aştiyê xebitiye û got: "Em ê dest ji rêya wî bernedin."
Serokê Baroya Amedê Abdulkadir Guleç destnîşan kir ku çareserkirina pirsgirêka kurd bi xurtkirina rêveberiyên herêmî û hemwelatîbûna wekhev a kurdan dikare pêkan be.
Rojnamevan Hêmin Mamend, li bajarê Silêmaniyê di encama êrişeke çekdarî de birîndar bû.
Devlet Bahçelî gef li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwar ku ger li gor Peymana 10'ê Adarê ya di navbera QSD û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de hat îmzekirin tevnegere wê êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê kirin.
Berpirsekî amerîkayî serdana taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê kir û bi hevserokên Meclisa Giştî ya her du taxan re civiya. Di civînê de li ser aştiya navxweyî, aramî û hebûna jinan di pêşeroja Sûriyeyê de nîqaş hatin kirin.
Di hilbijartina li Meclisa Giştî ya Bedlîsê de serokatî ji AKP’ê derbasî DEM Partiyê bû.
Piştî rêveberiya CHP'ê ya Stenbolê ji wezîfeyê hat girtin, MYK'a CHP'ê di bin serokatiya Serokê Giştî Ozgur Ozel li Navenda Giştî civiya.
Dadgehê di doza betalkirina kongreya CHP'ê ya Stenbolê de, biryara betalkirina kongreyê da û biryar da ku Ozgur Çelîk û rêveberiya heyî ji wezîfeyê bê girtin.
Kampanya ‘Sêşema Na Ji Cezayê Darvekirinê re’ ragihand ku rejîma Îranê hefteya borî 2 jê jin 39 kes darve kiriye.