ROJEVA 27'Ê TÎRMEHA 2025'AN
- rojane
- 09:00 27
Li gel binpêkirina dem demî ya agirbestê, bîlançoya qurbaniyên komkujiya li Siwêdayê girantir dibe. Hat ragihandin ku ji 13'ê Tîrmehê ve hezar û 420 kes hatine kuştin.
Veysî Aktaş ê ji Girtîgeha mraliyê tehliye bû, silavên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ragihandin û got: "Serok got, 'Em ê Girava Îmraliyê bikin girava aştiyê.'"
Girtiyê bi nexweşiya giran Rojhat Ozkan, piştî xilasbûna cezayê wî tehliye bû.
Gulten Kişanak di “Konferansa Girîngiya Yekitiya Kurd” de axivî û got: “Rêzdar Ocalan ji bo temamkirina evînên neqediyayî yên di dilê me hemûyan de têdikoşe.”
Di çalakiyên li Stenbol, Îzmîr û Enqereyê de bal kişandin ser rewşa tenduristiya girtiyên nexweş Murat Çalik, Sabahat Çetînkaya û Mehmet Edîb Taşar û daxwaza tehliyeya wan hate kirin. Di çalakiyên li Stenbol, Îzmîr û Enqereyê de bal kişandin ser rewşa girtiyên bi nexweşiya giran û daxwaza tehliyeya wan hate kirin.
Di çalakiyên ku ji aliyê xizmên windayan û ÎHD'ê ve hatin lidarxistin de, ji bo Mehmet Yildiz, Mehmet Yaşar û 14 kesên ku li Şemzînanê hatin qetilkirin edalet hat xwestin.
Dayikên Şemiyê aqûbeta Suleyman Cîhanê ku berî 44 salan di bin çavan de hatibû windakirin pirsin û daxwaza cezakirina kiryarên wî kirin.
Der heqê gardiyanên ku li Girtîgeha Tîpa T a Xelatê tundî li girtiyan kiribû lêpirsîn hate destpêkirin.
Girtî Serhat Bûlûtê ku ji berdana wî re 4 meh mabûn, ji Girtîgeha Rihayê sewqî Girtîgeha Xarpêtê hat kirin.
Îkbal Durre di "Konferansa Girîngiya Yekîtiya Neteweyî ya Kurd" de axivî û got: "Kes ne xwediyê wê luksê ye ku kurdan paşguh bike. Kurd êdî kirde ne û di pêşerojê de wê bên asteke hîn girîngtir."
Hêzên Îranê, li herêmên Hewraman û Merîwanê êrîşê kolberan kir û di encamê de kolberek hate qetilkirin, 3 kolber jî birîndar bûn.
Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk li navçeya Bazîdê ya Agiriyê bi dirûşma "Ji bo yekitiyê ber bi aştiyê ve" konferansek bi sernavê "Girîngiya Yekîtiya Neteweyî ya Kurd" li dar dixe.
Meclisa Jinan a DEM Partiyê û Komîsyona Astengdaran, di panelê de çareseriya pirsgirêkên ku jinên astengdar dijîn gotûbêj kirin. Berdevaka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu, daxwaza avakirina Wezareta Astengdaran kir.
Rojnamevan û nivîskar Mehmet Altan, diyar kir ku pirsgirêka Kurd, pirsgirêkek kûr a 100 salan e û bi demokratîkbûnê ve tê çareserkirin.