Binarê Qendîlê hate bombebarankirin
- rojane
- 15:17 13/2
Dewleta tirk bi balafirên şer herêma Binarê Qendîlê bombebaran kir.
Dewleta tirk bi balafirên şer herêma Binarê Qendîlê bombebaran kir.
Omer Atalay di dema qedexeya derketina kolanan a li Sûrê de hatibû girtin. Piştî Dadgeha Bilind biryara cezayê birî, doza Atalay jinûve hat lidarxistin. Dadgehê 11 sal û 3 meh cezayê hefsê da Atalay.
Parlamenterê DEM Partiyê Omer Faruk Gergerlîoglû zexta lêgerîna tazî ya li girtîgehan xistibû rojevê. Ozlem Zengîn a AKP’î bi hinceta “hişê wî ne li ser e” xwest vasî li Gergerlîoglû were tayînkirin û bi vê boneyê serî li dadgehê da.
Komek rewşenbîrên misilman têkildarî çareseriyên pirsgirêka Kurd axivîn û xwestin meclîs ji bo çareseriyê berpirsyariyê bigire ser xwe û bal kişandin ser xwedîderketina civakê ya ji bo pêvajoyê û diyar kirin ku ger xwedîderketineke xurt çêbibe dê pirsgirêk çareser bibe.
Çalakiya nobetê ya li pêşiya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê di roja 3’yemîn de didome. Beriya şahiya ciwanan gel li cihê nobetê kom dibe.
Walîtiya Amedê bi îdiaya “Dê pergala cemaweriyê xerab bike” bîranîna Şêx Seîd û hevalên wî qedexe kir.
Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Hêlîn Umît têkildarî bangawaziya tê payin Abdullah Ocalan di rojên pêş de bide wiha got: “Dê di rojên pêş de diyar bibe ka dê bang were kirin an na û dê naveroka wê zelal bibe. A girîng, rewşa Rêber Apo ye. Ji ewil divê ev zelal bibe.”
Cîgirên şaredarên Kartal û Ataşehîrê jî di nav de 10 kesên li Stenbolê hatibûn binçavkirin sewqî edliyeyê hatin kirin.
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan serî li Serdozgeriya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Çalakiya nobetê ya li dijî îxtîmala tayînkirina qeyûm li pêşiya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hatiye destpêkirin didome. Dema nobet didome de şaredariyê li ser bîlboardan afîşên “Em berê bi ser ketin, dê dîsa bi ser kevin” daliqand.
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan ku tev li çalakiya nobetê ya li dijî îxtîmala tayînkirina qeyûm bûye, wiha got: “Ev çalakî, tê wateya parastina vîna 85 milyon welatiyan. Gelê Wanê bûye hêvî û serfiraziya her kesî.”
Mehmet Ocalan diyar kir ku çareseriya pirsgirêka Kurd dê bike ku her kes bêhnekê bistîne û wiha got: “Gelê Kurd ji Serok bawer e. Divê tu kes vê meseleyê îstîsmar neke û destê xwe deyne bin kevir.”
Welatiyên tev li çalakiya nobetê ya li pêşiya Şaredariya Wanê bûn diyar kirin ku ew ê şaredariya xwe nedin û heta dawiyê xwedî li vîna xwe derkevin.
Di serdegirtinên malanên li Mêrdîn, Edene û Colemêrgê de gelek kes hatin binçavkirin.
KCK’ê têkildarî banga îktîdarê ya “çekan berdin” got: “Ji bo bangên bi vî rengî cihê xwe bibînin ji ewil divê şert û mercên xebateke azad, pêwendiyên azad û jiyaneke azad ên Rêber Apo bên avakirin.”