‘Divê sererastkirinên qanûnî bên çêkirin’
- rojane
- 10:40 18/7
Kesên ku di pêvajoya pevçûnê de xizmên xwe winda kirin xwestin di zûtirîn demê de sererastkirinên qanûnî bê çêkirin.
Kesên ku di pêvajoya pevçûnê de xizmên xwe winda kirin xwestin di zûtirîn demê de sererastkirinên qanûnî bê çêkirin.
Di çarçoveya lepirsîna der barê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ya ‘gendeliyê’ de ji bo 18 kesan biryara binçavkirinê hat dayîn.
Seroka Komeleya Şêwandina Pêşerojê Ozlem Bîlgî, got: "Parastina mafên zarokan berpirsiyariyeke civakî ye."
Li navçe û navenda Rihayê zêdetirî 200 civînên gel hatin lidarxistin û di civînan de daxwaza sereke ew e ku dewlet demildest gav bavêje.
Li Dêrsimê di 19-20 'ê Tîrmehê de wê "Komxebata Dayikan" bê lidarxistin. Rêvebera DAD'ê Fethiye Yildirim got, "Em ê baweriya xwe ya hewl tê dayîn ji cewhera wan bê qutkirin, bi dayikan re careke din nîqaş bikin."
Li gelek taxên Rihayê di çarçoveya ‘Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk’ de civînên gel tên lidarxistin.
Welatiyên li navçeya Kopê ya Mûşê dijîn diyar kirin ku divê dewlet gavên mezin bavêje da ku jidilbûna xwe ya bi pêvajoyê misoger bike û divê girtiyên siyasî demildest werin berdan.
Dayika Aştiyê Rahîme Tûranê diyar kir ku ew dixwazin merasîma îmhakirina çekan bibe wesîleya aştiyê û dixwestin zarokên wan ên ku jiyana xwe ji dest dane jî vê rojê bidîtana û got: "Divê bi awayekî ewle rê ji bo vegera gerîla were vekirin."
Welatiyên Sêrtê destnîşan kirin ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd divê Abdullah Ocalan azad be.
Berdevkê Karûbarên Derve yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim, 13 salên Şoreşa Rojavayê nirxandin û diyar kir ku ew Sûriyeyeke ku mafên hemû gel û baweriyan tê de bên misogerkirin diparêzin û got: "Rêveberiya Xweser ji bo Rojhilata Navînê mînak e."
Rojnamevan Frederike Geerdink ku di Koma Aştî û Civaka Demokratîk de cih girt, diyar kir ku ev gava ku hatiye avêtin bangek ji dewletê re ye ku "tiştekî bike" û got: "Çek hatin şewitandin, lê têkoşîn hîn bi dawî nebûye."
Malbatên Huseyîn Nas û Tacdîn Işik ên endamên Koma Aştî û Civaka Demokratîk, diyar kirin ku ew aştiyê dixwazin û gotin: "Tevahiya cîhanê hêza teorîk û pratîkî ya Abdullah Ocalan ji bo aştiyê dîtiye. Em bi Ocalan bawer in. Gelê kurd û PKK heta dawiyê girêdayî wî ne."
SOHR'ê daxuyand ku hejmara qurbaniyên pevçûnên li Siwêdayê bûye 516 û ji van, 86 kes hatine daliqandin.
Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Hejmar 2 a Ewlehiya Bilind a Xarpêtê, li dijî îşkence, muameleya nebaş û astengkirina berdana girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin.