Li qada futbolê jî êrîşî kurdî kirin!

  • rojane
  • 09:11 13 Hezîran 2019
  • |
img

ÊLIH - Lîstikvanên jin ên 1955 Batman Belediyesporê, li deplasmana Kayseriyê ji ber bi kurdî axivîn, heqaret li wan hat kirin. Lîstikvan Zehra Acar, diyar kir ku ew ê li her derê bi kurdî biaxivin û bang li federasyonê kir ku peywira xwe bi cih bîne. 

 
Roja yekşemê Tîma Jina ya 1995 Batman Belediyesporê û ya Kayseri Gençlerbirligi bi hev re lîstin. Lê belê ji ber lîtikvanên Batman Belediyesporê bi kurdî axivîne, bi êrîşên nîjadperest re rû bi rû man. Di dema lîtikê de ji ber lîtikvanan bi kurdî bi hev re axivî, lîstikvanên Kayseriyê xeber ji wan re gotin û heqaret li wan kirin û li ser vê lîstikvanên her du aliyan ketin qirika hev. Hakem ket navbera wan û diyar kir ku kurdî jî wekî zimanê din zimanekî gerdûnî ye û di dema lîstikê de tu lîstikvana bi kurdî xeber negotiye û heqaret nekirine. 
 
Lîstikvana 1955 Batman Belediyesporê Zehra Acar û rêveberê qulûbê Mûstafa Zengîn, tiştên qewimîne ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re vegotin. 
 
'EM Ê XWEDÎ LI ZIMANÊ XWE DERKEVIN' 
 
Zehra Acar ku lîstikvana tîma netewî ye jî, anî ziman ku ji ber bi kurdî axivîne heqaret li wan hatiye kirin û tişta hatiye serê wan bi tu awayî nayê qebûlkirin. Acar, diyar kir ku ev rageşî di lîtika qada hundurîn a 19'ê Gulanê de rû daye û di lîstika roja yekeşemê de jî li maça deplasmanê gurtir bûye. Acar, anî ziman ku dema li Êlihê ew dilîzin kes ji bo zimanê tu kesî mudaxileyî kesî nake û got: "Em li kuçeyê, li malê, li qadê yanî li her derî bi kurdî diaxivin. Ev zimanê me ye. Û em azad in ku li her derî bi zimanê xwe xeber bidin. Kes nikare mudaxileyî me bike. Ji ber di lîstikê de em bi kurdîa xivîn heqaret li me kirin. Em vê yekê qebûl nakin. Em li Kayseriyê têk çûn, dibe em têk biçin, ev tiştekî asayî ye. Lê em zext û zoriyên li ser zimanê xwe qebûl nakin." 
 
ALÎGIRAN JÎ HEQARET KIR 
 
Acar, anî ziman ku alîgirên zilam ên ji bo temaşekirinê hatibûn jî heqaret li wan kiriye. Acar, diyar kir ku ji ber ew kurd in alîgirên li trîbunan ji wan re gotiye "biçin çiyê." Acar, destnîşan kir ku divê federasyonê rê li ber van pêkanînan bigire lê belê ew ê vê lîgê jîd erbas bikin û bersiva van pêkanînan bidin. 
 
Rêvebirê qulûbê Mûstafa Zengîn jî, bal kişand ser maça 19'ê Gulanê û diyar kir ku provakasyon wê rojê dest pê kirine. Zengîn, diyar kir ku di maça ewil de dîrektor ji dêvla taktîkan bide ber lsîtivanan ew proveke kirine û di maça ewil de ji ber lîstikvaneke jin xeber ji hakem re gotine 3 maç ceza lê hatiye birîn. Zengîn, destnîşan kir ku li Kayseriyê heqaret li zimanê wan hatiye kirin û got: "Heta niha tu rêveberên qulûba wan lêborîn enxwestiye. Kes li me jî negeriyaye. Di gelek maçan de em bi pêkanînên wisa re rû bi rû dimînin. Divê federasyon ji bo vê tev bigere." 
 
MA / Metin Yoksu