ŞIRNEX - Hat îdiakirin ku wesayîta fermandarê qereqolê jî di nav de li bajarokê Dergûlê du wesayît hatin şewitandin. 
	Duh bi şev saet derdora 02.30’an, li pêşiya Lojmanên Dibistana Navîn a YÎBO’yê ya li Taxa Çadirli ya bajarokê Dêrgulê yê Şirnexê, di du wesayîtan de şewat derket. Şewat, bi mudaxileya komên agirkujiyê hate vemirandin. Her du wesayît jî êdî nema dikarin bên bikaranîn. Di dîmenên têkildarî bûyerê de ji ewil agir bi wesayîtekê dikeve û piştre jî belavî wesayîta din dibe. Hat îdiakirin ku wesayît hatine şewitandin û yek ji wesayîtan jî ya fermandarekî li Qereqola Kumçatiyê peywirdar e. 
	Hat îdiakirin ku wesayît ji hêla kesên di navbera wan û fermandarê qereqolê de neyartî heye ve hatiye kirin. 
