Dengbêj Hecer jiyana xwe ji dest da

  • rojane
  • 08:56 19 Mijdar 2025
  • |

MÊRDÎN - Dengbêj Hecer ku li Mêrdînê tevî temenê xwe yê mezin jî bi klamên xwe di çalakiyan de cih digirt, jiyana xwe ji dest da. 

Hecer Yilmaz ku weke Dengbêj Hecer dihat naskirin û li Taxa Saraçoglû ya navçeya Artuklu ya Mêrdînê dijiya, di 80 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Dengbêj Hecer, tevî temenê xwe yê mezin jî di çalakiyên azadî û demokrasiyê de cih digirt û bi klamên xwe reng dida çalakiyan. Dengbêj Hecer, herî dawî jî tev li çalakiyên Nobeta Edaletê yên bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bûbû. Hat zanîn ku dê cenazeyê wî îro were definkirin. 
 
DER HEQÊ DENGBÊJ HECER DE 
 
Dengbêj Hecer, di sala 1945’an de li gundê Dengîza yê navçeya Stewrê ya Mêrdînê ji dayik bû. Di sala 1995’an de gundê wan bi darê zorê hate valakirin û neçar ma ku tevî malbata xwe koç bike. Ji Îzmîrê heta Hatay û gelek bajarên din, di karên cuda de xebitî. Dengbêj Hecer, herî dawî di destpêkên salên 2000'î de vegeriya Mêrdînê. Li Mêrdînê di rêveberiya partiyên siyasî de cih girt. Ev demek bû nexweş bû û dihat tedawîkirin.