Komîsyonê di 21'ê Mijdarê de bi rojeva 'çûyîna Îmraliyê' bicive

  • rojane
  • 21:37 18 Mijdar 2025
  • |
img
ENQERE - Komîsyona li Meclisê hatiye damezirandin, biryar da ku roja Înê, bi rojeva serdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bicive.
 
Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê civîna xwe ya 17'emîn li Meclisê li dar xist. Di civînê de Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlikaya, Wezîrê Parastinê Yaşar Guler û Serokê MÎT'ê İbrahim Kalin hatin guhdarkirin. 
 
Hat diyarkirin ku di civînê de ji bilî parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji aliyê gelek parlamenteran ve çûyina Girava Îmraliyê hatiye rojevê. Komîsyona Meclîsê 21'ê Mijdarê roja Înê ji bo çûyina Girava Îmraliyê dê careke din bicive û biryara çûyina Girava Îmraliyê û hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bide.
 
Endama komîsyonê û Serokwekîla Koma Meclîsê ya DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît piştî civînê pirsên çapemeniyê bersivand û diyar kir ku ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan biryar dane ku ew ê roja Înê bicivin.
 
Cîgirê Serokê MHP'ê û endamê komîsyonê Fetî Yildiz jî ev tişt ani ziman: “Roja înê em ê bicivin û di demeke nêz de em ê biçin.”